Cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar li Dêrikê veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Remezan Kazmiyan (Fîras Serdar) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a Dêrikê verşatin.

Bi sedan şêniyan cenazeyê şehîd Remezan Kazimyan (Fîras Serdar) ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin bi kerwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê YPG'ê Mihyedîn Xêrkê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Xêrkê got: "Şehîd Fîras ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve mîna gelek ciwanên Kurdistanê cihê xwe di nava YPG'ê de girt, da ku xewna gelê Kurd û hemû gelên herêmê di azadiyê û mafên rewa de bi cih bîne. Şehîd Fîras beşdarî gelek pêngavên leşkerî yên li dijî DAÎŞ û dagirkeriya Tirk bû û mohra xwe li vî şoreşê da, herî dawî di encama nexweşiyekê de şehîd bû."

Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Sîpan di kesayeta şehîd Fîras de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anîn û soza mezinkirina têkoşînê ta bi dawîkirina dagirkiriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelemperiya Kurdistanê da.

Piştî axaftinan nasnemaya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.Malbatê anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşamn verşatin.