Dewleta Tirk li Efrînê daristan şewitand

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê agir berda daristanê û dest danî ser simaqa gel.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, li gundê Berava yê navçeya Şera ya Efrînê ku ji Adara 2018'an ve ji aliyê koma çete ya Sûltan Mûrad a dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, qada daristanî hate şewitandin. Hate ragihandin ku qadeke berfireh şewitiye.

Rêxistinê her wiha diyar kir ku koma çete ya Semerkant a dewleta Tirk bi serkêşiya serçete Ebû Cîhad ê ji Lîbyayê vegeriya ye, dest bi talan û dagirkeriyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, vê komê li gundên Remedan, Rûta, Hec Hesna, Hec Qasî û Delayê dest daniye ser simaqa gel.