SÎHA'yan li Dirbêsiyê bombe li cihekî sivîlan barand -NÛ BÛ

SÎHA'yan li Dirbêsiyê bombe li devereke sivîlan barand.

Balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) li ser rêya Dirbêsiyê-Hesekê bombe li nuqteyeke sivîlan barand.

Êriş li nuqteyeke ku bi kîlometreyekê li başûrê navenda Dirbêsiyê hate kirin. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Ji ber êrişê sivîlek birîndar bû û piştî hate dermankirin ji nexweşxaneyê derket.