Li Şehbayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Şehbayê gelê Efrînê û civaka Êzidî şehîdên Berxwedana Mezin a Zindanê ya 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna şehîdên berxwedana zindanan û Şoreşa 19ê Tîrmehê, Yekîtiya Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî yên kantona Efrînê li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endama Yekîtiya Jinên Êzidî Rûxaş Cindo û endamê Yekitiya Êzidiyan Esed Marko ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Şoreşa Kurdistanê bi hêviyên mezin ku banga azadî û demokrasî û bi berxwedana gelê me ya bêhempa dest pê kir. Şoreşa yekem di 14`ê Tîrmehê bû. Hevalan di girtêgehên dewleta Tirk a faşîst de bi çalakiya birçîbûnê ya bêdorveger li ber xwe da û zincîrên ku dewleta Tirk û pergala wê ferz kiribûn, şikandin. Her wiha destnîşan kirin ku têkoşîna azadiyê li Kurdistanê bi bin nakeve.”

Girêdayî heman mijarê sînevîzyonek têkildarî berxwedana 14`ê Tîrmehê a zindana Amedê li ser Dika Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê hate pêşandan.

Di destpêka çalakiyê de endama Meclisa Kantona Efrînê Zelox Bekir behsa berxwedana pakrewanan a di girtîgehan de kir û got: "Pakrewanan zordariya dewleta Tirk a faşîst li dijî wan, red kir û li ber xwe da. Piştre berxwedana wan a bêhempa li tevahiya cîhanê deng veda.”

Piştre fîlmek li ser berxwedana pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz hate pêşkêşkirin.

Meclisa Kantona Efrînê wê heman çalakiyê heta 15`ê Tîrmehê li hemû navçeyên kantona Şehbayê li dar bixe.