Xelkê Til Berakê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Bi sedan welatiyên Til Berak a naveya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Welatiyên navçeyê li Çerxerêya Firinê hain ba hev, bi pankarta ‘Ji dagirkeriya Osmanî re na’ û ‘Em ê bi yekîtiyê hemû komployan vala derbixin’ dest bi meşê kirin.

Her ku meş dom kir, hejmar zêde bû. Dema çalakî gihişte Çerxerêya Şehîdan mîtîngek li vir hate kirin.

Rêvebera Kongreya Star Rûlis Hesen li vir axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bînin sûcên dermirovî dikin.

Hesen anî ziman ku yekan e rêya li dijî dagirkeriyê berxwedan e.

Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.