Şehîdê YPG'ê Omer Şêxo li Hesekê veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Omer Şêxo yê ku di encama nexweşiyekê de şehîd bibû, bi merasîmekê girseyî li Goristina Şehîd Dijwar hate veşartin.

Bi tevlbûna bi hezaran şêniyan cenazeyê şervanê YPG'ê Omer Şêxo yê ku 5'ê Tîrmehê  di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd bibû, bi merasîmekî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtinê ya leşkerî ya şeranên YPG, YPJ û QSD'ê destpê kir.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sultana Ehmed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir.

Di merasîmê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî axivî, hemû cangoriyên azadiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibî ranî û got: "Divê em wefedarê keda şehîdan bin, em li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin a ku hewl dide destkeftiyên gel û şehîdên me têk bibin."

Her wiha anî ziman ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hemû sûc û binpêkirinên dagirekriya Tirk di xeta têkoşîn û berxwedanê de berdewam in û got: "Bi vê îradeyê em ê Sûriyeke azad û demorkatîk ji bo hemû pêkhateyên wê ava bikin ."

Meclîsa Malbatên Şehîdan şehadeta şervanê QSD'ê Emar Osman (Birusk) û gerîlayê HPG'ê Rustem Cûdî eşkere kir.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Omer Şêxo di nava diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.