PYD: Divê em li dijî dewleta Tirk bin

PYD’ê bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk ewlekariya herêmî û navneteweyî dixe xetereyê û diyar kir ku divê helwesta wan li dijî vî tiştî be.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek di 7’ê Tîrmehê de ji bo nîqaşa li ser rewşên siyasî û leşkerî, nirxandina rewşa rêxistinî li dar xist, her wiha plansaziya merheleya bê ya xebatê danî.

Meclisa giştî di civînê de li ser aloziya aborî ya di ser herêmê û Sûriyeyê re derbas dibe û her wiha astengiyên vê aloziyê û bandora wê li civakan, nîqaş kir.

Piştî civînê PYD’ê daxuyaniyek da, ku tê de tiştên di civînê de hatin nîqaşkirin, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Siyasetên klasîk ên ku hikumetên herêmê bi kar tînin, tê de rejîma Sûriyeyê ligel destwerdanên derve, bûn sedema bingehîn a girêkirina mijaran, kûrkirina aloziyan û vegerandina Sûriyê ya qada şerê herêmî û navdewletî. Her wiha Cenevre û Astanayê hê aloziyê, ji dêvla çareser bikin, girêk û kûrtir dikin.

Tirkiyê li herêmê roleke wêranker lîst, gefan li ewlehî û aramiya herêm û navneteweyî dixwe, êrişên wê li Sûriye, Lîbya û Iraqê binpêkirina qanûna navneteweyî ne û xeteriya li ser tevahî gelên herêmê ne, ji ber dewleta Tirk hewldana dagirkirin û hegamoniya leşkerî, siyasî û civakî dike.

Tirkiye eşkere sûcên dermirovî ku li rêzesûcên wê zêde dibin, pêk tîne; mîna qutkirina avê li ser Sûriyeyê û Iraqê ku bi wê re jî gefan li jiyana milyonan mirov dixwe, şerê qirkirinê li dijî gelên herêmê dike, mîna îdolojiya DAIŞ’ê sepandina ola radîkal dike. Her wiha biryara hikumeta Tirkiyeyê ya derbarê muzeya Aya Sofya nimûneya baştirîn e ku tevahî gel li hember vê xeteriyê bisekin.

Yekîtiya gelan rêya yekane ya sepandina jiyana hevbeş û sekna li hember tevahî komployên li dijî gelan û pêşeroja wan e, her wiha projeya neteweya demokratîk guncawtirîn projeya ber bi garantiya yekitî, nasname û têkoşîna hevbeş e.

Yekitiya Kurd guncawtirîn qonax e, her wiha dê PYD’ê bi hemû hêza xwe xebata serkeftina yekitiya nîştimanî û diyaloga Kurdan bike ku pêk bê.”

YEKÎTIYA GELÊ KURD

Endamên meclisê di civînê de bal kişand ser gefên heyî û diyar kir ku girîng e li hember tedbîrên ewlehî û parastinê yên guncaw ji bo parastina gel û destkeftiyan bigirin. Ji lew re geşkirin û xurtkirina QSD’ê û rêxistina civakê li gorî metoda xweparastinê ji erkên sereke ne ku nayên paşguhkirin.

Her wiha hedefgirtina dawîn a Tirkiyeyê ya jinên Kurd li Efrîn û Kobanê berdewama zihniyeta DAIŞ’ê ya dijberî jinan e, ji hêmanên sereke yên PYD’ê akftîfkirin û xurtkirina rola jinan bi awayekî mezin e û têkbirina tevahî cureyên tundî yên li dijî jinan e.

Li aliyekî din Meclisa Giştî ya PYD’ê rewaşa aborî bi taybet digel qanûna Qeyser û aboriya li herêmê nirxand û piştrast kir ku divê bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin da ku vê aloziyê derbas bikin.

Beşdaran bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakî û pêşxistina rêveberiyê ya proje û dabînkirina derfetên kar, teşwîqkirina çandinî û piştdayîna xwe, her wiha heke enerjiya madî û manewî hat birêxistinkirin dê vê aloziya biserketî derbas bikin.

REWŞA RÊXISTINÎ

Ji mijarên girîng di civînê de hatin nîqaşkirin, nirxandina rewşa rêxistinî bû, piştî lidarxistina kongreya 8’an a partiyê pandemiya Koronavîrusê bandor li hemleya rêxistinkirinê kir. Ji lew re dê li ser bixebitin heta pêk bê. Her wiha bernameya xebatê ji hîma civakî ve û bi pêşengitiya Meclisa Jinan û Meclisa Ciwanan a Partiyê bi pêş bixînin. Dê şerê derûnî yê ku nirxên exlaqî yên civak, jin û ciwan hedef digirin, têk bibin.

Dê PYD ne tenê partiyeke siyasî be, lê belê di parastiya civakî be jî. Li ser vê bingehê dê bixebite ku siyaseta demokratîk bisepîne û xebata pêşxistina hemleyên zanebûna civakê û paqijkirina jînegehê pêk bîne.