Tirkiye bi fona penaberan a YE'yê li Libyayê şer rê ve dibe

Ji Sûriyê ber bi Libyayê ji du qenalan 'leşkerên kirêkirî' têne şandin. Organîzatorê qenala pêşî dewleta Tirk e û ya duyan jî Rûsya ye.

Ji Sûriyê ber bi Libyayê ve ji du qenalan leşker têne şandin. Organîzatorê pêşî yê vê sewqiyatê dewleta Tirk e. Organîzatorê qenala duyan jî Rûsya ye.

Dewleta Tirk heta niha ji herêmên ku dagir kiriye 14 hezar çete ji Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî ya bi pêşengiya Birayên Misilman, Libyayê re şandiye.

Tê diyarkirin Rûsya jî ji êlên Sinî yên Sûriyê hin kes komî ser hev kirine û ji herêma Dêrayê şandine, ku ev kes ji nav eniyên muxalefeta Sûriyê de cih digirtin lê hatine tasfiyekirin.

Tê gotin Rûsya van kesan li baregeha Hmeynim a Sûriyê komî ser hev dike û piştî perwerdehiya nêzî hefteyekê ji bo desteka li Artêşa Neteweyî ya Libyayê dişîne Libyayê.

Dewleta Tirk ku cara pêşî wê cîhadî ji Sûriyê şandin Libyayê ji mêj ve ye ku vê bi rengekî sîstematîk dike.

DEWLETA TIRK 12 HEZAR ÇETE JI SÛRIYÊ ŞANDE LIBYAYÊ

Li gorî rapora Mala Çavdêr a Sûriyê (SOHR) ya 21'ê Hezîranê hejmara çeteyan ên ku ji Sûriyê şandine Libyayê ji 13 hezaran zêdetir e û di şerê Libyayê de 30 jê zarok 417 Sûriyeyî hatine kuştin.

Di raporê de tê gotin hejmara 'leşkerên zarok' ku ji Sûriyê ji bo Libyayê şandine derdora 300 kesî ne û dewleta Tirk sûcekî bi çarçoweya 'sûcê şer' dike.

Serokê Forûma Kurd-Elman Yûnis Behram têkilî şandina cîhadiyan a bi destê dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî û got, çeteyên ku ji Libyayê re şandine nexasim bi giştî ji herêmên dagirkirî kom dike û van di ser Dîlokê re bi balafiran dibe Libyayê.

'LEŞKERIYA BI PERETÎ BÛYE RÊYEKE DEBARÊ'

Behram got, dewleta Tirk ji mêj ve ye çeteyan ji Sûriyê dişîne Libyayê lê bi ambargoya Sezarê ya ku DYE'yê li ser Sûriyê daniye derbek li aboriya Sûriyê ketiye û ji deverên cuda ên Sûriyê, "Ji ber hejarbûna mirovan û debarnebûnê mirov bi rengê leşkeriya kirêkirî çûna Libyayê weke rêyeke debarê dibînin" û dewleta Tirk vê bi kar tîne.

'PEREYÊN KU JI PEYAMA PAŞVE-QEBÛLKIRINÊ TÊN DIDIN ÇETEYAN'

Behram diyar kir, ku dewleta Tirk bi leşkerên bi pere yên ku dişîne Libyayê dibe xwedî destketiyeke mezin û li ser lêkolînên ku kirî wiha dibêje, bê ka rewş çawa ye:

"Ji bo her leşkerê bi pere mehê 2 hezar dolar têne dayin. Lê ji vî pereyî tenê 300 dolarî didin wan. Peyman tê îmzekirin ku hezar û 700 dolarên din wê bidin malbatê. Dekontên wan pereyan jî bi çarçoweya peymana paşve-qebûlkirinê ya bi YE'yê re kirî, weke 'alîkariya ji bo Sûriyeyiyan' tê nîşandan. Lê rastiyeke heye ku ev ji xapandinekê pê ve ne tiştekî din e. Ji ber ku pereyên ku têne dayin ji hikûmeta Serrac û Qetarê weke petro-dolarê têne standin."

Behram ragihand, ku Tirkiye bi vê rêyê YE'yê dixapîne û pereyên ku bi çarçoweya paşve-qebûlkirinê distîne bi vî rengî dixe qaseya xwe de.

'GELEK ÇETEYÊN JI KOMÊN CIHÊ HATIN VEGERANDIN'

Nûçegihan Delîl Zîlan jî dibêje dewleta Tirk bi avakirina korîdora transfera cîhadiyan a li ser xeta Sûriye-Libyayê gelek komên çeteyan ên di bin banê 'Artêşa Millî ya Sûriyê' (AMS) de şandine Libyayê.

Zîlan got, hin ji çeteyan bi sedema ku pereyên wan nedane wan vedigerin, ev bûye sedem ku di navbeyna dewleta Tirk û hin komên çete de nakokiyên giran çêbibin.

JI SÛRIYÊ BER BI LIBYAYÊ, JI LIBYAYÊ BER BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TRANSFER

Ferhad Şamî jî ku komên çekdar ên Sûriyê ji nêz ve dişopîne got dewleta Tirk ji 15-16 komên cuda ên di nav AMS'ê ji 13 hezarî zêdetir çete şandine Libyayê.

Şamî diyar kir ji çeteyên ku şandine Libyayê nêzî 2 hezar jê van hefteyên dawî anîne Tirkiyê û got, piraniya van ji komên Sultan Murad, Katîbet El Hemzer û Suleyman Şah pêk tên. Şamî wiha got:

'LI DIJÎ KURDAN WÊ WAN BIDIN ŞERKIRIN'

"Li gorî agahiyên ku ketine dest me plansaziya wê tê kirin ev çete ji bo şerê dijî PKK'ê bişînin Başûrê Kurdistanê. Ev kes niha li Tirkiyê perwerde dibin. Plansaziya wê tê kirin ku van rojên bişînin Heftanînê."

'DEMA KU PEREYÊN ÇETEYAN NEDIN KÊŞE ÇÊBÛN'

Şamî diyar kir, komên Ceyş El Îslamî, Feylaq El Rahman, Ehrar El Şerqiye ve Ceyş El Şerqiye jî beriya niha şandibûn Libyayê, lê ji bo ku pereyan wan nedabûn wan bi dewleta Tirk re ketine qirika hev û got:

"Bi van koman re li hev kiribûn, ji bo her yekî yê ku wê bişînin Libyayê 2 hezar dolar bidin. Li gorî agahiyên bi dest me de serê yekî 400 dolar dane û ev jî bi lîreyê Tirk dane. Ji ber vê jî hin koman xwest ku endamên xwe bikişînin. Vê jî kir ku di navbeyna dewleta Tirk û çeteyan de problem derkevin.

'ORGANÎZATORÊ DÎ YÊ TRANSFERÊ 'LEŞKERÊN BI PERE RÛSYA YE'

Organîzatorê dî yê ku ji Sûriyê leşkerên bi pere dişîne Libyayê Rûsya ye. Tê gotin Rûsa van kesan li baregeha Hmeynim a Sûriyê komî ser hev dike û piştî perwerdehiya nêzî heftiyekê ji bo desteka li Artêşa Netewî ya Libyayê dişîne Libyayê.

ZÎLAN: ARMANCEKE RÛSYAYÊ JÎ QELSKIRINA QSD'Ê BÛ

Zîlan dibêje Rûsya bi vê çarçoweyê van demê ndawî li Dêrazor, başûrê Hesekê û Reqayê ji êlên Sinî yên Ereb leşkerên bi pere xwestiye û got: 

''Rûsya ji bo vê bi taybetî berê xwe  da ser êlên Ereb ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Yek ji armanca wê heke şandina leşkerên bi pere a ji bo Libyayê be, bi min hedefa sereke hewldana qelskirina QSD ye.''

'RÛSYA LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ ENCAMA KU DIXWEST BI DEST VE NEANIYE'

Nûçegihan Şamî jî got Rûsya hewl dide ku ji herêma Cizîrê li Til Berak, Til Hemis û herêmên di dest rejîmê de leşkerên bi pere kom bike, li van herêman 'encama ku dixwest bi dest ve nenaiye'' û dibêje:

''Gelek kesên ji komên çekdar ên li herêma Derra di nav refên muxalefeta Sûriyê de bûn lê bi peymanê hatin tasfiyekirin, dîsa gelek kes ji herêma Kalemûn a sînorê Libnanê û li bejahiya Şamê dişîne Libyayê.''

Bi yasaya Sezar re ku DYE'yê li ser Sûriyê daniye, bi krîza aborî ya wê giran bibe û zêdebûna hejariyê tê texmînkirin ji Sûriyê, ji her du qenelan wê 'leşkerên bi pere' zêdetir bibin.