Zanîngeha Rojava banga piştgiriyê kir

Zanîngeha Rojava ya ku amadekariyên sala nû ya akademiyê didomîne, banga hevgirtinê li akademîsyenan kir.

Zanîngeha Rojava di sala 2016’an de dest bi perwerdehiyê kiribû û ji bo sala nû ya perwerdehiyê amadekariyên xwe didomîne.

Li Zanîngeha Rojava herî kêm 20 beş û 210 perwerdekar hene. Zanîngehê bang li akademîsyenên Kurd û dostên Kurdan kir ku bila di warê akademîk de alîkariyê bide wan.

Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdullah Mistefa û Berpirsa Buroya Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo ji ANF’ê re qala amadekariyên sala nû ya zanîngehê kirin.

‘AKADEMÎSYEN DIKARIN TEVKARIYÊ BIKIN’

Mistefa diyar kir ku ji ber koronavîrusê wan dest bi perwerdehiya li ser înternetê kirine, ji zanîngehên cihê gelek akademîsyenan piştgirî dane wan û ligel ku pergala perwerdehiya li ser înternetê dijwar e jî tevkarî li xebatên wan hatiye kirin.

Mustefa diyar kir ku di perwerdehiya li ser înternetê de akademîsyenan tecrubeya xwe pêşkêşî wan kirine û got ku, “Ligel ku dijwarî hebû jî, me sûd jê stend. Me dît ku divê em bi asoyeke berfireh li rewşa xwe binihêrin. Li ser vî esasî pêdivî pê çêbû ku em têkiliyê bi cihên din jî deynin. Ji ku dera dinyayê dibe bila bibe, bi pergala li ser înternetê tevlî pergala me ya perwerdehiyê ya Zanîngeha Rojava bûn.” Mistefa akademîsyenên Kurd di serî de bang li akademîsyenên her dera dinyayê kirin ku bila li ser pergala perwerdehiyê ya li ser înternetê tevkariyê li wan bikin.

Mistefa diyar kir ku piştî kadroyên akademîk hate avakirin wê beşên nû vekin û ew akademîsyenên şandilxwaz vedixwînin Zanîngeha Rojava. Mistefa bal kişand ser vî tiştî ku yên nikarin werin ji dikarin li ser pergala li ser înternetê tevkariyê li xebatên wan bike.

‘EM DIXWAZIN SÛDÊ JI TECRUBEYÊN CIHÊ WERBIGIRIN’

Berpirsa Buroya Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo jî diyar kir ku di dema şewbê de wan têkilî bi gelek akademîsyenên ji zanîngehên cihê yên dinyayê danîne û van akademîsyenan bi rêya pergala li ser înternetê tevkarî li xebatên wan kirine.

Gulistan Sîdo got, “Em dikarin pergala perwerdehiyê ya li ser înternetê geş bikin û ji tecrubeyên perwerdehiyê yê zanîngehên welatên din sûdê werbigirin.”

Gulistan Sîdo diyar kir ku di 19’ê Tîrmehê de wê ji bo piştgiriya akademîk kampanyayekê bidin destpêkirin û got, “Em dikarin li ser înternetê têkiliyê bi akademîsyenan deynin, projeyên xwe bi hev re par ve bikin û geştir bikin.”