Li Kobanê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'ê hate kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk bi kêmkirina ava çemê Firatê re li dijî mirovahiyê sûc dike û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kobanê têkildarî kêmkirina ava çemê Firatê ya ji ber dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li pêşberî vê kiryarê bêdeng nemîne.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Kobanê Nesrîn Elî daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî mirovahiyê sûc dike.

Nesrîn Elî got, "Ava çemê Firatê kêm kir û bi vî rengî jiyana bi sed hezaran mirovî xiste nava rewşeke metirsîdar. Dewleta Tirk her wiha bi girtina stasyona Elokê ya li Kantona Hesekê bi avê gefê li gelê herêmê dixwe. Dewleta Tirk bi vê yekê sûc li dijî mirovahiyê dike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk civîneke awarte li dar bixe."