Li Idlibê bi bombeyan êrîşî dewriyeya Tirk û Rûsan kirin

Li herêma Idlibê ya Sûriyeyê, dema ku dewriyeya Rûs û Tirkan derbas bû, teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin dema ku dewriyeya Rûs û Tirkan derbas bûye, teqînek pêk hatiye. Hte diyarkirin hin polîsên leşkerî yên Rûs birîndar bûne. Bîlançoyeke zelal nehate bidestxistin.

Li gorî agahiyên pêşîn wesayîteke bombebarkirî hatiye teqandin. Teqîn li rêya M4 pêk hat.

Herêma Îdlîbê di bin dagirkeriya Heyet Tahrîr El Şam a El Nusrayê de ye.

Dewleta Tirk û Rûsya di çarçoveya peymanên di 2019 û Adara 2020’an de li herêmê dewriye digerin.

Di 16’ê Hezîranê de jî dema dewriya Rûs û Tirk li ser rêya M4 derbas dibû, teqînek pêk hatibû, wesayîta zirxî ya Rûs xisar dîtibû.

Di Kanûna 2019’an de jî ji ber teqîna bombeyeke li kêleka rê, 3 leşkerên Rûs bi sivikî birîndar bûn.