Hêzên Ewlekariya Navxweyî: Îddîayên li ser kampa Holê ne rast e

Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin îddîaya ku tê gotin rêveberên hêzên ewlekariyê hin çeteyên DAÎŞ’ê ji kampê revandine, ne rast e.

Navenda Çapemeniyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar ki ku îddîaya dibêje berpirsê hêzên ewlekariya navxweyî ya Kampa Holê hin çeteyên DAÎŞ’ê û koçberên ji Iraqê revandiye, ne rast e. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên navxweyî li nava kampê û li derveyî wê tu zext nekirine.

HEMÛ TEVDÎR HATINE STENDIN

Hêzên Ewlekariya Navxweyî diyar kir ku piştî îfşakirina metodên kesên mirovan ji kampê direvîne, ev îddîa derketine holê.

Hate diyarkirin li hemberî revandin û binpêkirina li kampê hemû tevdîr hatine stendin.