Gel li Qamişlo, Tirbespiyê û Holê li dijî dagirkeriyê daketin qadê

Gel li Qamişlo, Tirbespiyê û Holê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan. Gel di heman demê de şehîdên Berxwedana Zindanê ya 14’ê Tîrmehê jî bi bîr anî.

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û ji Çerxerêya Qermûtî ya rojavayê bajarê Qamişo ber bi Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ve meşiyan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo di çalakiyê de axivî û da zanîn ku berxwedan û têkoşîna şehîd Alî Çîçek, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Kemal Pîr hîn jî berdewam e. Şemsîxan Gulo got: "Fikrên demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kilîta garantiya ewlehiya Kurdistanê û dewletên Rojhilata Navîn e."

Çalakî bi sloganên"Bijî berxwedan”, “Azadî ji Rêber Ocalan re" bi dawî bû

TIRBESPIYÊ

Meclisa navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek organîze kir. Şêniyan di meşê de bang li civaka navdewletî kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û mudaxeleyên wê di kar û barên dewletên cîran de rawestînin.

Şênî li ber avahiya Kongreya Star li rojhilatê navçeyê kom bûn. Her wiha pankartên bi nivîsên `Bi ruhê berxwedana 14`ê Tîrmehê em ê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin` hildan. Şênî di sûka navendî re meşiyan û sloganên li dijî dagirkeriyê berz kirin. Piştre li ber navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava rawestîn.

Hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso û bi navê partiyên Meclisa Sûriya Demokratîk endamê rêvebêr ê meclisê Ebas Hisên axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji gelek serdeman ve lihevkirinên navdewletî binpê dike û êrişî dewletên cîran dike di hewldanekê de ji bo ku vîna gelan li gel bêdengiya navdewletî bişkîne.

HOL

Meclisa navçeya Holê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û sûcên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî tevlî meşê bûn.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina sûc û êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin û pankartên xurtkirina berxwedanê û rizgarkirina Efrînê, alên QSD`ê û Kongreya Star hatin hildan.