Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Til Temirê hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Kurdistanê li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê hate protestokirin.

Di meşê de êrîşên dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û qadên di bin kontrola gerîlayan de hate protestokirin. Meş li pêşiya Avahiya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta Rêya Filîstinê domiya.

Di meşê de alayên QSD, YPG, YPJ, Kongra Star û şehîdên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate hildan.

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Şêxmûs Ehmed di meşê de axivî û diyar kir ku wê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.

Ehmet got, “Dewleta Tirk a ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagir kiribû, niha jî dixwaze Heftanîn û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Lê ew ê vê daxwaza dewleta Tirk di qirika wê de bimîne.”

Ehmed bang li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê û Neteweyên Yekbûyî kir ku bila ji bo sekinandina êrîşên dewleta Tirk helwesta xwe diyar bikin.