Kobanê: Êriş zêde bibin em ê bersivê bidin

Ji fermandarên QSD'ê yên li Eyn Îsayê Erdal Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk li gorî lihevkirinan tevnagere, êrişên xwe zêde kiriye, Rûsya û rejîm jî bêdeng in û got, "Eger êriş bidomin em ê jî xwe biparêzin."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Bi taybetî êrişên li ser Eyn Îsa, gundên li rojavayê Girê Spî û rêya M4 her roj zêde dibin. Veguhastina li qadên dagirkirî mîna Girê Spî, hejmara stargehên leşkerî yên li ser sînor tên zêdekirin.

Ji fermandarên Eyn Îsayê Erdal Kobanê êrişên dewleta Tirk ên zêde bûne nirxand. Erdal Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk li gorî lihevkirina agirbestê tevnagere, her roj êrişên xwe zêde dike û destnîşan kir ku wê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin. Kobanê bal kişand ser liv û tevgera li ser sînor û got, "Li ser sînor baregehên nû yên leşkerî tên avakirin. Dewleta Tirk nêzî 5-6 baregehên nû yên leşkerî ava kiriye. Bi qasî ku em dişopînin, hewl didin ku bi rêya van qadan êrişên xwe yên hewayî û bejahî zêde bike."

Kobanê ragihand, êriş herî zêde li ser M4, qada navbera Ebû Sira û Eyn Îsayê tê kirin û bombardûmaneke giran li ser gundên Hoşan, Dibis û Xalîdiyê heye. Kobanê got, "Dewleta Tirk û çeteyan hewl dan xwe berdin herêmê û bersiv ji wan re hate dayin. Gundan bombe dikin. Ji bo çûn û hatina wesayitên sivîl ên li ser rêya M4 rawestînin sûîqestan dikin. Dewleta Tirk vê meha dawî careke din hewl dide vê xakê dagir bike. Em, QSD xwedî hêz û amadekariyên parastina vê xakê û gelê xwe ne."

RÛSYA Û REJÎM BÊDENG DIMÎNIN

Kobanê bi bîr xist ku QSD li gorî lihevkirinê tevdigere, lê belê dewleta Tirk binpê dike û got, "Sedema hebûna Rûsya û rejîmê ya li vê deverê pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk e. Bi qasî ku em dibînin ne Rûsya ne jî rejîma Sûriyeyê bi rola xwe ranabin. Her wiha li herêmên rejîm lê ye dema ku êriş dibe û leşkerên wan birîndar dibin, bersivê nadin. Dewleta Tirk ji van êrişan çeteyan berpirsyar dibîne, lê belê Rûsya jî bi qasî me zane ku ev êriş ji aliyê Tirkan ve tên kirin. Her wiha hawan û topên tên avêtin jî yên dewleta Tirk in. Niha peymanek heye û em li gorî vê peymanê tevdigerin, lê belê eger êriş li me bê kirin em ê heta dawiyê xaka xwe û gelê xwe biparêzin."