'Rejîm û Tirkiye hewl didin fitneyê bixin nava gelan'

Îlham Ehmed diyar kir, komkujiya ku dewleta Tirk kir konseptek ji êrişên qirkirinê ye û got, "Dewleta Tirk dixwaze temamiya Kobanê dagir bike, lê belê ji ber ku nikare vê bike li hin deveran êrişê dibe ser mirovên pêşeng."

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed komkujiya Kobanê ya 23'ê Hezîranê, nêzîkatiya rejîma Sûriyeyê ya li diyalogê, Qanûna Sezar û diyaloga bi ENKS'ê re nirxand.

Îlham Ehmed bi bîr xist ku dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim planên dagirkeriyê dike û got, "Beriya niha plan dikir ku tevahiya Bakurê Sûriyeyê dagir bike, ew nebû lê beşek jê dagir kir. Lê belê ti carî dest ji wê plana xwe berneda û dixwaze qadên dagirkirî berfireh bike. Ji ber vê yekê li pey wê yekê ye ku timî êrişê bibe ser kesayetên çalak ên pêşengiya civakî dikin. Komkujiya Kobanê jî yek ji encamên van hewldanan bû."

'YA KU DAÎŞ'Ê NEKARÎ BIKE, DEWLETA TIRK DIXWAZE BI XWE BIKE'

Ehmed bi bîr xist ku qetilkirina 3 endamên Kongreya Star a 23'ê Hezîranê, di salvegera komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an de hate kirin ku hingî 233 milrov ji aliyê DAÎŞ'ê ve li Kobanê hatin qetilkirin. Ehmed got, "Ev tiştekî tesadûfî nîne. Dewleta Tirk dixwaze bêje 'tişta ku DAÎŞ'ê nekarî bi ser bixîne, ez ê bi ser bixînim'."

Ehmed anî ziman ku Kobanê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bûye qadeke sembol û got, "Ya rast Tirkiye dixwaze temamiya Kobanê dagir bike, lê belê ji ber ku nikare vê bike li hin deveran êrişê dibe ser mirovên pêşeng. Bi vî rengî dixwaze raya gitşî hînî êrişan bike û dema ku êrişên mezin kir raya giştî nikaribe helwestê nîşan bide."

BERPIRSYARIYA RÛSYAYÊ YA LI KOBANÊ

Îlham Ehmed bi bîr xist ku Kobanê di kontrola Rûsyayê de ye û got, "Diviyabû Rûsyayê ji her kesî bêhtir nerazîbûn nîşan bida. Lê belê me ji Rûsyayê daxuyaniyek nebihîst. Ji ber vê yekê ev metirsiyeke cidî ye. Di vir de jî em dixwazin vê yekê ji Rûsyayê re bêjin; heta niha ji bo deverên ku hûn hatin we digot, 'Em li vir in, pêwîstî pê nîne ku dewleta Tirk derbasî van qadan bibe. Rejîm hatiye vê qadê'. Wê demê divê hûn bi berpirsyariya rawestandina êrişên Tirkiyeyê yên li van qadan tevbigerin. Êdî Tirkiye êrişî ku derê bike rejîm û Rûsya berpirsyar in.

'HERÊMÊN EWLE Û ARAM VEGUHERANDIN DOJEHÊ'

Di navbera Tirkiye û Emerîkayê de 17'ê Cotmehê peymana agirbestê hatibû îmzekirin. Lê belê Tirkiyeyê ev peyman jî bi ti awayî nas nekir. Ji herêmên ku lê ye timî êrişê dibe ser herêmên me. Her wiha li herêmên ku lê ye her roj mirov tên revandin, fîdye, êşkence, komkujî, teqîn, şerê navbera çeteyên diqewimin. Ew herêm berê herêmên ewle û aram bûn, lê niha veguherandine dojehê. Tirkiye ji van kiryaran berpirsyar e."

'REJÎM JI VEGUHERÎNÊ RE NE AMADE YE'

Têkildarî hewldanên diyalogê yên bi rejîmê re jî Îlham Ehmed got, "Rejîm li mijara diyalogê vekirî nîne. Çi li hevdîtinên Cenevreyê be çi jî hewldanên cuda be, rejîm ji diyalog û veguherîna bi rejîma xweser re ne amade ye. Nêzîkatiya li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erênî nîne. Mînak; dema ku Qanûna Sezar kete meriyetê, çapemeniya rejîmê mîna ku Kurdan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê ev qanûn derxistiye propaganda kir. Bi vî rengî propaganda reşkirinê kir. Halbûkî yek ji hêzên ku ambargoya aboriyê daniye ser herêmên me rejîma Sûriyeyê ye.

PROPAGANDAYA REŞKIRINÊ YA REJÎMÊ

Dema ku bihîstin Qanûna Sezar wê bikeve meriyetê, rejîmê yekser febrîqeyên derman girt. Anîna dermên ji bo herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteng kirin. Bazirganiya madeyên xwarinê, vexwarinê ya navbera herêmên Sûriyeyê rawestandin. Bi taybetî rêyên bazirganiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asê kirin. Her wiha di miajra gehim de mîna ku Kurdan firotina gehim qedexe kiriye, bi hin deverên din rebazirganî û dizî kiriye nîşan didin. Bi vî rengî propagandaya reşkirinê li dijî rêveberiya xweseriya demokratîk dike.

Em vê nêzîkatiyê rast nabînin. Yê ku vê dike rejîm bi xwe ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heta niha negotiye ku wê genim nede herêmên rejîmê. Berevajî, em jî li dij in ku qanûna Sezar zerarê bide gelên Sûriyeyê. Lê belê rejîm hewl dide berpirsyariya derketina qanûna Sezar bixe stuyê Kurdan û rêveberiya xweser û bi vî rengî ji berpirsyariyê bireve.

Rejîm ji guherîn û veguherîna siyasî, ji gavavêtinê û bidawîkirina sedemên qanûna Sezar direve. Berevajî vê tevdigere. Ev nêzîkatiya rejîmê dibe sedem ku ambargo mezin bibe û bi vî rengî bi nanê gel dilîze. Ev rastî divê bê fêhmkirin."

'HEWL DIDIN FITNEYÊ BIXIN NAVBERA GELAN'

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed bal kişand ser diyaloga navbera ENKS û PYD'ê û got, "Dema ku vê diyalogê dest pê kir me hewl da ku bi tevlîbûna gelên din ên li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berfireh bibe. Lê belê ev kar bi giranî dimeşe. Her du alî bi israr e ku ji vê diyalogê tifaqek biafire û encam bê bidestxistin. Ev tiştekî baş e. Pêvajoya pêvajoya me, diyalgo wê bi beşdariya gelan hemûyan pêk were. Lê belê hinekan li ser vê diyalogê lîstin. Piştî vê hevdîtinê hate ragihandin ku tifaq xwe dispêre peymana Duhokê, lê belê ji ber hin guherînên demê re li ser vê peymanê wê hin nûbûn bên çêkirin.

Lê belê hinekan hewl dan atmosfereke welê biafirînin, ku 40 ji sedî yê rêveberiyê wê aliyekî Kurdan be, 40 ji sedî wê aliyê din ê Kurdan be, 20 ji sedî jî wê ji gelê Ereb û gelên din be. Ev rast nîne. Yanî propagandaya 'Kurd rêveberiyê nava xwe de parve dike û gelên din li derve dihêle' hate kirin. Bi gotina 'Kurd petrolê ji xwe re digire. Erebno hûn li ku ne, hişyar bibin' hewl didin fitneyê bixin nava gelan.

Petrol ne ya Kurdan e, ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk e. Bîrên petrolê ji aliyê rêveberiya xweser ve tê bikaranîn. Her wiha Rêveberiya Xweser jî ne tenê rêveberiya Kurdan e, ew rêveberiya Ereban e, Suryaniyan e, Tirkmenan e, Kurdan e, gelên din hemûyan e. Lewma hatineya ji petrolê jî ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên herêmê tê bikaranîn.

Lê belê îstîxbaratên Tirkiyeyê û rejîmê vê propagandaya derewîn û reş dikin. Bi rêya vê yekê dixwazin pêşî li tifaqê bigirin û tifaqa navbera gelan hemûyan asteng bikin.

Heta niha li ti deverê diyalogên li ser Sûriyeyê bi ser neketin. Yekemcar li ser xaka Sûriyeyê diyalogekeke wiha tê kirin. Di vê diyalogê de hêzên Kurd ên dûrî hev û gelên din li hev kom dike û wê encamê werbigire. Wê bibe malê gelên Sûriyeyê hemûyan. Wê ber bi tifaqeke ji bo tevahiya Sûriyeyê be. Wê roleke wiha bilîze. Rejîm û Tirkiye bixwazin nexwazin jî em bi israr in ku ji vê diyalogê encamê werbigirin û bikin tifaqek ji bo tevahiya Sûriyeyê."