MSD’ê nerazîbûn nîşanî Şamê ya çareserî û diyalog red kir, da

Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) nerazîbûn nîşanî hikûmeta Şamê ya banga çareserî û dîyalogê red kir, da. MSD’ê destnîşan kir ku Şam berpirsê krîzên aborî û siyasî yên li welat e.

Roja Yekşemê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya asayî ya yekemîn a piştî belavbûna pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) lidar xist.

Piraniya endamên hevserokatiya meclîsê û hevseroka meclîsê Emîne Umer beşdarî civînê bûn. Emîne behsa geşedanên dawîn ên li Sûriyê û aloziya wê li gel tunebûna însiyatîfên çareseriyê kir.

Her wiha beşdaran xebatên MSD`ê ji bo komkirina hêzên opozîsyona demokratîk û avakirina lihevkirinên nîştimanî ji bo ku di bin sîwanekê de dûrî ajandeyên derve bixebitin, nirxandin.

Di civînê de beşdaran diyar kir ku hikumeta Sûriyê berpirsa krîzên aborî û hilweşîna nirxê lîreyê Sûriyê ye. Ji ber ku vebijêrka leşkerî pejirand û însiyatîfên dan û standin û diyalogê red kirin.

Her wiha MSD’ê spasiya xebat û tedbîrên ku Rêveberiya Xweser li hemberî hilweşîna lîreyê Sûriyê, ji bo ku bandora krîzên aborî li herêmê sivik bike, kir.

Beşdaran bang li civaka navdewletî û dewletên di dosyaya Sûriyê de çalak in kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û sûcên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; qutkirina avê, gefên li jiyana milyonan, siyasetên firehkirin û sûcdariyê rawestînin.

MSD`ê îmzekirina aliyên Kurd a hevpeymana lihevkirinê pîroz kir û destnîşan kir ku pêwîst e xebatên di vî warî de bidomin heta bigihêjin lihevkirineke giştî di navbera tevahiya pêkhateyên Sûriyê de ku hevgirtina civakî xurt dike.

Di dawiya civînê de MSD`ê piştrast kir ku divê piştgiriya xebatên MSD’ê bê kirin û destnîşan kir ku wê wek xeteke nîştimanî ya xwedî amûrên çareserkirinê dûrî ajandeyên derve bi şêwazekê ku xizemta doza sûriyan dike û daxwazên wan di Sûriyeke demokratîk û nenavendî de pêk tîne, bihesibînin.