Rojînda Dilêr: Dewleta Tirk bi nûçeyên derew şerê taybet dimeşîne

Şervana YPJ'ê Rojînda Dilêr diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên şerê taybet êrîşên xwe didomîne û got, "Ji aliyê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ve nûçeya ku li ser min hatiye belav kirin ne raste. Ez li ser karê xwe me."

Şervana YPJ'ê Dilêr bal kişand ser  bandora ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gelê Kurd û got, "Nasnameya Gelê Kurd a hatibû tunekirin bi saya fikir û ramanê Rêber APO gihîşt asta ku li tevahiya cîhanê were naskirin. Bi saya Rêber Apo, gelê Kurd destketiyên mezin bi destxistin. Ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber APO de êrîşî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk li hemberî serketinên gelê Kurd bê tehemmûle û ji ber wê ji erîşên hovane li hemberî gelê Kurd pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker hebûna gelê Kurd ji bo hebûna xwe weke tehlûkeyekê dibîne. Ji ber wê jî ji her alî ve bi êrîşên cur be cur hewl dide gele Kurd înkar û îmha bike."

Rojînda Dilêr diyar kir ku desthilatdariya Erdogan ji bo hebûna xwe dewam bike serî li rêbazên şerê taybet dide û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk a dagirker bi şerê psîkolojîk dixwaze xwe serketî nîşan bide û ji bo wê jî nûçeyên derewîn pêşkeşî civakê dike. Pêwîste gelê me li hemberî çapemeniya faşîzma Tirk hişyar bin. Li hemberî van kiryaran bila baş were zanîn ya ku bi ser bikeve berxwedan e. Avabûyîna YPJ'ê sala xwe ye 8’emîn temam kir û dikeve sala xwe ya 9’emîn. Em di encama berxwedanê de hatin van rojan, heta dawî jî em ê têbikoşin û em ê seketinê bi dest bixin. Îro têkoşîn û berxwedana li Rojava tê meşandin bênavber didome û jin pêşengtiya vê berxwedanê dike."

Şervana YPJ'ê Rojînda Dilêr têkildarî nûçeyek di çapemeniya Tirk de der barê wê hate weşandin wiha axivî: "Herî dawî jî nûçeyek derew belav kirin, qaşo ez bi balafirên bê mirov ên dewleta Tirk hatime şehîdxistin. Bi nûçeyên bi vî rengî şerekî psîkolojîk li ser gel me û tevgera me didin meşandin. Lê tiştek bi vî rengî nîne. Ez niha di nava kar û xabatê xwe de me. Ne tenê ev bûyer pir bûyerên bi vî rengî qewimîne. Ew şerekî psîkolojîk e, pêwîste gelê me jî ji van nûçeyên derew bawer nekin. Armanca dagirkeran ew e ku bi şerê psîkolojîk xwe serketî nîşan bidin. Me li Garê jî dît ku dewleta dagirker çi propaganda kir, lê rastî derket holê û berxwedanî ya Garê serket û dagirker li Garê şikestin. Dewleta Tirk di nava xwe de di nava qeyranê de ye, ji ber wê jî serî rêbazên wisa dide. Lê di berxwedana Garê û Heftanîn de hate xuyakirin ku teknîka wan jî li hemberî hêzên azadiyê bê bandorin. Hêza xwe tenê bi teknîk nîşandan nayê wateya ku di rastiyê de hêza wan a şer kirinê heye. Ji ber vê jî bi nûçeyên derew dilê xwe xweş dikin. Helbet bedelên pir mezin me di vê şoreşê de dane, şerê azadiyê  bêbedel nîne, ji bo van bedelên hatiye dayîn jî tenê berxwedan dikare bibe bersiv."

Şervana YPJ'ê Rojînda Dilêr herî dawî got; "Bi fikir û ramanê Rêber APO û şehîdên me yên şoreşê em ê şoreşa xwe û gelê xwe biparêzin , serketinê misoger bikin. Wê bi ruhê berxwedanê faşîzm têk biçe."