Dagirkerên ku êriş birin ser Eyn Îsayê, derb xwarin

Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Eyn Îsa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş bir ser gundekî. Di şer de derb li wesayiteke leşkerî ya dagirkeran hate xistin.

Li gorî agahiyan, roja Pêncşemê ber destê sibehê saet di 02:30'î de dewleta Tirk a dagirke êriş bir ser gundê Seyda yê Eyn Îsayê.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan dagirkeran û şerekî giran li herêmê qewimî.

D şer de derb li wesayiteke leşkerî ya dagirkeran hate xistin û êrişa dagirkeran hate şikandin.

Dagirkerên ku neçar man xwe vekişînin, bi topan êriş birin ser navenda navçeya Eyn Îsa û rêya bejahî ya M4.

Danê sibehê jî li herêma Şehbayê topbaran kirin. Êriş li ser gundê Ziwanê û bendava Şehbayê bû. Heta saet 07:00 a dema herêmê, êrişê dewam dikir.