Cenazeyê şehîd Sîham El-Şenan hate veşartin

Cenazeyê şehîd Sîham El-Şenan li goristana bajêr a El-Cidêdata Reqayê hate veşartin.

Roja Înê dema cenazeyê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Keramê yê rojhilatê Reqayê dihat veşartin, çeteyên DAIŞ’ê bi mayînan karwanekî erebeyan kir hedef û di encamê de endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan Sîham El-Şenan şehîd bûbû.

Di merasîma veşartinê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmeke leşkerî lidarxistin. Fermandariya Giştî yên hêzên li Reqayê û gelek nûnerên rêveberiyên sivîl û saziyên leşkerî amade bûn.

Bi navê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîna a Jinan Sîvan Reqa axivî û sersaxî ji malbata şehîd Sîham û hemû şehîdan re xwest.

Sîvan diyar kir ku armanca dijminan têkbirina vîna jinên azad e û teqez kir ku ew ê li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê wesîqeta şehîd Sîham radestî malbata wê kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Sîham El-Şenan li goristana şehîdan a li bajarokê El-Cidêdat a rojhilatê Reqayê hate veşartin.