13 kesên ku hewl dan ji Kampa Holê birevin hatin girtin

13 kesan ji Kampa Holê ku çeteyên DAÎŞ'ê û malbata wan lê têne girtin xwestin ku birevin lê bi operasyonekê hatin girtin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ragihand, dema ku 13 kesan xwestine ku ji Kampa Holê birevin, hatine girtin.

Diyar bû kesên ku hatine girtin welatiyên Iraq û Sûriyê ne. Operasyon, li ser agahiya ku hatibû li du tangên avê hate kirin.

Ajokarên tangêrên avê jî hatin destgîrkirin.

Kesên ku hatin girtin di îfadya xwe de gotin bi rêya komên çete yên Tirk hewl didin ku biçin Serêkaniyê û Girê Spî yên u ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Ev ne cara pêşî ye ku hewl didin ji kampê birevin. Beriya niha jî bi organîzasyona MÎT'a Tirk hewldanên revê çêbûbûn.