Nasnameya du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 endamên xwe yên 5’ê Nîsanê dema ku erka xwe pêk dianîn şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Dêra Zorê, îro bi daxuyaniyekê nasnameyên her du şehîdên xwe Osman û Yûsif, eşkere kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û piştrast kir ku ew ê şopdarên wan bin û nirxên edaletê û pêkanîna ewlehiyê, di çarçoveya parastina rewa de biparêzin.

Nasnameya şehîdên Hêzên Ewlekariya Hindirîn wiha ne:

Nav û Paşnav: Osman El-Temê

Navê Bav: Xalid

Navê Dayikê: Sûmeye

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêra Zor, 1995

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: El-Bisêra, 15-10-2020

Cih û Dîroka Şehadetê: Rêya El-Xurafî, 05-04-2021

***

Nav û Paşnav: Yûsif El-Xelef

Navê Bav: Elî

Navê Dayikê: Wedha

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor, Eyaş, 1986

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: El-Kesra, 05-09-2020

Cih û Dîroka Şehadetê: Rêya El-Xurafî, 05-04-2021