Dewleta Tirk li Eyn Îsayê xendekan dikole -NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê giran dike, li aliyê din li dora bajêr jî xendekan dikole.

Li herêmê gelek baregehên dewleta Tirk a dagirker hene. Ji Mijdara 2020'î û vir ve li dora Eyn Îsayê bi taybetî jî li ser rêya bejahî ya M4 a ber bi Kantona Kobanê ve, li gundên Xalîdiyê, Mielek, Hoşan, El Mişêrfê û Seydayê 5 baregehên leşkerî hatine çêkirin.

Dewleta dagirker ku êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê giran kiriye, li herêmê çeperan dikole.

Li gorî ajansa ANHA'yê, li herêmên pêşberî rêya bejahî ya M4 dagirkeran bi 6 kîlometreyî kozik kolane.

Li gorî ANHA'yê bi rêya van çeperan dewleta Tirk a dagirker hewl dide dorê li Eyn Îsayê bigire.

Li gel êrişan û kolandina çeperan her wiha sewqiyata çekên giran û leşkerî jî tê kirin.

Di encama êrişên ku ji van nuqteyên dagirkeran hatine kirin herî kêm 11 sivîl heta niha hatine qetilkirin û zêdeyî 20 jî birîndar bûne.

BOMBE LI ŞÊRAWAYÊ HATIN BARANDIN

Di vê navberê de li gorî dema herêmê saet di 11:50'î de derdora gundê Aqibê û gundê Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin.

Di dema bombardûmanê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê geriyan.