ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Reqayê depoyeke ya cebilxaneyê ya DAÎŞ’ê hate dîtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bajarokê Kerama ya Reqayê dest danî ser navendeke ya çêkirina teqemenî û deopyeke ya cebilxaneyan a DAÎŞ’ê. -
Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn spartin axê
Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarê wê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana şehîdan a li gundê El-Hikûmiyê yê Reqayê bi merasîmekê spartin axê. -
Xelkê Efrîn û Şehbayê meşiya: Dem dema têkbirina dagirkeriyê ye
Xelkê Efrîn û Şehbayê yên li Til Rifatê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku heta têkbirina dagirkeriyê wê li ser piyan bin. -
Li Qamişloyê şêniyên taxa Teyê li malên xwe vedigerin
Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn milîsên Dîfa El Wetenî yên hikumeta Şamê ji taxa Teyê derxistin, şêniyên taxê dest bi vegera li malên xwe kirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxa Teyê ewle kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî şerê bi rojan ê li Qamişloyê milîsên Dîfa El Wetenî yên ser bi Şamê ji taxa Teyê bi temamî derxistin. -
'Dewleta Tirk dixwaze tola DAÎŞ'ê ji HDP'ê bistîne'
Berxwedêrên Kobanê diyar kirin ku gelê Bakur bi serhildan û nobeta xwe ya li ser sînor bûne ruhê Berxwedana Kobanê û gotin "Berxwedana Kobanê hemû mirovayetî parast." -
Li Qamişloyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dîfaa El Wetenî de agirbesta mayînde
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Qamişloyê wan agirbesteke mayînde îlan kirine û ji bo ku şêniyên Taxa Teyê vegerin malên xwe bang kirin. -
Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gerîla daket qadan
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û xwedîlêderketina berxwedana gerîlayan gel daket qadan. -
Nasnameya şervanekî ku li Reqayê şehîd ketibû hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, nasnameya şervanekî ku li Reqayê şehîd bûbû, eşkere kir. -
Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anî
Kongreya Star, şervanên YPG û YPJ'ê yên ku 25'ê Nîsana 2017'an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Çiyayê Qereçoxê şehîd bûn, di salvegera çaran de bi bîr anîn. -
Li Şehbayê meşa girseyî ya li dijî êrişên li ser qadên gerîla
Şêniyên Efrînê û Şehbayê bi meşeke girseyî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rabûn. -
QSD'ê şehîdên Qereçoxê yên beriya niha bi çar salan bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya QSD'ê şervanên YPG'ê û YPJ'ê ku beriya bi çar salan 25'ê Nîsanê bi êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qereçoxê, şehîd bûbûn bi bîr anî. -
Ji Berxwedana Kobanê heta 'Doza Kobanî'
Berxwedana Kobanê bi çi rengî dest pê kir û bi milyonan mirovî çawa dan pey? Serketina Kobanê çawa pêk hat? Dewleta Tirk piştî serketinê çima êriş bir ser piştevanên berxwedanê? Îsmet Şêx qala pêvajoya ji Berxwedana Kobanê heta 'Doza Kobanî' kir. -
Li Til Temirê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê zêde dibin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berê gundê Um El Kêf û piştre jî gundên li başûrê Til Temirê bomberdûman kirin. -
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şervan Şindo li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şervan Şindo bi merasîmekê li Qamişlo hate veşartin. -
Rêveberiya Xweser 25’ê Nîsanê ‘Roja Şehîdan’ îlan kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja 25`ê Nîsanê wek "Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" îlan kir. -
Dîfaa El Wetenî agirbest binpê kir
Piştî saetên nîvro bi navbeynkariya QSD’ê û Polîsên Leşkerî yên Rûsya di navbera Dîfaa El Wetenî ya girêdayî Şamê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de agirbest pêk hat û şûnde, Dîfaa El Wetenî êrîş bire ser nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Hîlkoyê. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn sivîlan bi ewle ji taxa şer derdixin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo di şerê li hember milîsên Dîfaa El Wetenî de ziyan negihêjin sivîlan, sivîlan ji taxa Tay bi ewle derdixin. -
Cenazeyê rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El Ciriyan spartin axê
Cenazeyê rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El Ciriyan ku duh di êrîşa çeteyên Dîfaa El Wetenî de giran birîndar bûbû û piştre şehîd bûbû, ji bo definkirinê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan merasîmek hate lidarxistin. -
Li Qamişloyê 2 navendên milîsên Şamê hatin kontrolkirin
Li Qamişloyê şerê ku bi êrişa milîsên Şamê dest pê kir, dewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 navendên milîsên Şamê kontrol kirin. -
Li Qamişloyê, milîsên Şamê rûspiyek qetil kir
Milîsên ser bi hikumeta Şamê, li Qamişloyê yek ji rûspiyên Qebîleya Benî Sebe ya li Qamişloyê Hayis El Ciriyan qetil kir. -
Li Qamişloyê şer giran bû
Li Qamişloyê şerê di navbeyna Hêzên Ewlehiya Hundirîn û milîsên Dîfaa El Wetenî giran bû. -
Li Girê Spî çeteyan kesek kuşt, 3 kes jî birîndar kirin
Li Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, çeteyan sivîlek kuşt û 3 sivîl jî birîndar kirin. -
Li taxên Tay û Hilko yên Qamişlo şer diqewime
Li taxên Hilko û Tay ên Qamişloyê şerê navbera Hêzên Ewlekariya Hindurîn û Dîfa El Wetenî didom e. Hêzên Ewlekariya Hindurîn 2 endamên Dîfa El Wetenî girtin. -
Şerê navbera Dîfa El Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn didom e
Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê, êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Taxa Hilko ya Qamişloyê kirin.