Îsraîlê ji hewayî êriş bir ser qadeke nêzî Şamê

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya hikumeta Şamê Sanayê, balafirên şer ên Îsraîlê nîvê şevê bombe li herêma Şamê barandin.

Li gorî nûçeya Sanayê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, şeva Çarşemê bi Pêncşemê ve girê dide, êriş hate kirin û di encamê de 4 leşker birîndar bûn, her wiha xisara madî çêbû.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku balafirên Îsraîlê ji aliyê Lubnanê hatine û bombe li nuqteyên derdora Şamê barandine. Hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî gelek fuzeyên hatine avêtin bêbandor kirine. Di nûçeyê de li ser deverên ku bûn hedefa êrişê agahî nehate dayin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda xwe li Londonê ye, êriş li dijî hedefên leşkerî yên nêzî Şamê hatin kirin.

Saziyê di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de ragihandibû ku depoyeke çekan a Îraniyan hatiye îmhakirin.

Dewleta Îsraîlê ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê Sûriyeyê û vir ve bi rêk û pêk êrişên hewayî dibe ser Sûriyeyê. Êriş bi giranî li dijî hêzên Îranê û Hîzbûllah a Lubnanê tên kirin.

Rêveberiya Tel-Avîvê kêm caran berpirsyariya êrişan dide ser milê xwe. Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku par li Sûriyeyê li 50 hedefan xistine, lê agahiyên berfireh nedabû.