Li Tebqayê êriş birin ser rûspiyekî

Li bajarê Tebqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişeke çekdarî birin ser yek ji rûspiyên eşîra El Ecîlê Salih El Hewaş. Salih El Hewaş birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, êvara 8'ê Nîsanê li kolana El Erîdê ya li navenda bajêr, 4 kesên nenas ên di wesayitekê de bûn êriş birin ser rûspiyê eşîra El Ecîlê Salih El Hewaş.

Salih El Hewaş ji ber êrişê birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî dest bi lêpirsînê kirin.

Ji sala derbasbûyî û vir ve li herêma Dêra Zorê êrişên sûîqestê zêde bûne. Êriş bi giranî li dijî aktîvîstên civakî yên sivîl û nûnerên eşîran an jî rûspiyan tê kirin.

11'ê Adarê li bajarokê El Cîa yê Dêra Zorê ji rûspiyên eşîra Ereb Fayîz Mensûr dema ku ji mizgeftê derdiket bû hedefa êrişeke çekdarî ya komeke bi motorsîklet. Mensûr li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

10'ê Adarê rûspiyê bi navê Ebdulrezaq Ebd El Mecîd Îsa ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin.

16'ê Sibatê li navçeya Şiheylê ya Dêra Zorê 3 kes cenazeyên wan hate dîtin.

6'ê Sibatê li gundê Ebû El Nîtilê ji rûspiyên eşîra El Igedatê Hisên înad El Mûfdî li ber mala xwe bû hedefa êrişeke bi mayinê. Mûfdî ji vê êrişê filitî.

29'ê Kanûna 2020'î, li bajarê Dêra Zorê yek ji rûspiyên eşîra El Enbazê ya eşîra El Igedatê Ebdulcelîl El Salih El Hemed di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû.