Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hesen spartin axê

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cenazeyê şervanê xwe Merî Hesen Teqtûq li Goristana şehîdan bi merasîmekê spartin axê.

Ji ber qedexeya giştî ya di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji Koronayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye ragihandin li bajarê Minbicê bi tevlîbûna malbata şehîd Merî Hesen, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîma cenaze hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina  şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destpê kir, piştre ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman El-Benawî soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Em ê rizgarkirina vê xakê ji terorîstên ku hewl didin fitneyê derxin û aramî û îstiqrarê têk bibin, bidomînin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cemîle Îbrahîm nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.