Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 3 milîsên alîgirên Îranê mirin

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sûriyeyê 3 milîsên alîgirên Îranê mirine.

Li gorî nûçeya ku Sanayê spartiye çavkaniyeke leşkerî, Çarşemê bi şev êrîşek çêbû û 4 leşker birîndar bûne.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku balefirên Îsraîlê ji aliyê Lubnanê hatine, li derdora Şamê dane û fuzeyên pergala parastina hewayî li gelekan dane. Di nûçeyê de derbarê hedefên li wan hatine xistin, tu agahî nehate diyarkirin.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ku li nêzî Şamê li bendeke leşkerî ya rejîma Şamê, li yekîneyên Îranê û li depoya hêzên tifaqê hatiye xistin.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku li depoya çekan hatiye xistin û got “Sê milîsên alîgirên Îranê jî mirine.”

Îsraîl ji sala 2011’ ve dema ku şerê Sûriyeyê dest pê kir, car caran êrîşên hewayî dike. Di van êrîşan de li hêzên Îranê û li Hîzbûllaha Lubnanê didin.

Tel Avîv car caran êrîşên li Sûriyeyê li xwe digire. Artêşa Îsraîlê diyar kiribû par li Sûriyeyê li 50 deran dane lê agahiyên van deran diyar nekiribû.