Gulbihar Çiya: Kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye

Ji fermandarên Yekîneyên Antî Teror (YAT) Gulbihar Çiya 'Operasyona Mirovî û Ewlehî' ya ku li Kampa Holê hatibû destpêkirin nirxand û da zanîn ku ew tevahiya cîhanê ji xeteriya ji nû ve zindîbûna DAÎŞ'ê diparêzin.

Kampa Holê bi 45 km rojhilatî bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve. Zêdetirî 60 hezar koçber û penaberên Sûrî û Iraqî û malbatên DAIŞ'ê lê dijîn. Li kampê di sala dawî de gelek bûyerên qetilkirin, şewitandin û xeniqandinê pêk dihatin. Di heman wextê de şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê bi rengekî pir aktîf di hundirê kampê de xwe bi rêxistin dikirin, li kêleka wê jî jin û zarok wekî çekekê bibandor bi kar dianîn. Bi armanca bêbandorkirina van şaneyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya YPJ/YPG'ê û QSD'ê, di 28'ê Adarê de dest bi operasyoneke berfireh kirin. Qonaxa yekemîn ji Operasyonê di 2'yê Nîsanê de bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di encamê de 125 çete, 20 payebilind û 15 jinên şaneyên veşartî hatin girtin. Di derbarê rewşa piştî Operasyonê de Fermandara Yekîneyên Antî Teror YAT Gulbihar Çiya, axivî.

Gulbihar diyar kirşerê ku li dijî Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê di salên borî de dane meşandin bû sedem ku ew jin bikarîbin nasnameya jina azad bidest bixin û têkoşîneke demdirêj bikin. Çiya wiha dom kir: "Êrîşên ku li dijî li ser Rojava di salên 2013 heya 2014'an de hate destpêkirin, hişt ku pêlên şoreşê bilind bibin û bi hezaran jinên ciwan tevlî bibin. Têkbirina DAIŞ li Kobanê hişt ku em asta îradeya xwe ku em bikaribin hemû cîhanê ji terorê biparêzin, asta jina Kurd a ku dikare bi têkoşîna xwe çi biafirîne, nas bikin. Li hember êrîşên DAIŞ û dewleta Tirk yên ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hovetiya wan, hêrs û kîna me ya şerkirinê zêde bû. Armanca me jî her ew e ku em terora ku li dijî gelê me xeteriyeke pir cidî ava dike, bi dawî bikin. Em bi têkoşîn û berxwedana xwe, hewil didin ku ji bo parastina nirxê şoreşê û destkeftiyên gulîmorên welêt bibin bersiv."

Gulbihar da xuyakirin ku têkoşîna jina Kurd ku li ser asta navneteweyî dengveda ye, wê bibe sedema ku cîhan azad bijî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji ber ku em bi berxwedan, bîrdozî û têkoşîna xwe parêzvanên mafê jin û zarokan in. Berxwedana jina Kurd a ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, li cîhanê deng veda ye xwedî bandoreke mezin e û wê bibe sedema ku hemû cîhan azad bijîn. Opeasyona ku li kampa Holê jî hatibû destpêkirin de, bandora wê ne tenê li ser gelê herêmê li ser tevahî cîhanê hebû. Li kur êş, azar û xeteriya li ser jin û zarokan hebe, em jî li wir in. Em bi vê berxwedana xwe, pêşî li xeteriyên pir mezin ku bandora wê li ser tevahî civakan çêdibe, digirinn."

Gulbihar bal kişand ser Kampa Holê û bûyerên ku lê diqewimin de û yek anî ziman: "Her çiqas zihniyet û hişmendiya DAIŞ û terorê be, lê dîsa jî jinan ji bo pêkanîna wan kiryaran tê bikaranîn. Jinan bi destê jinan tên kuştin û tacîzkirin. Herî dawî jî jin û zarok dibin qurbaniya hişmendiya DAIŞ a terorê. DAIŞ bi rêya jin û zarokan dixwazin ku xwe nû û zindî bikin. Çareseriya vê pirsgirêkê û çiqandina kaniya terorê li Kampa Holê, divê ku bi rêya hişkirina koka hişmendiya wan pêk were. Heya em ewlehiya jin û zarokan li vê kampê nexin warê parastinê û têghiştina wan di rêya bikaranîna jinan de, da ku ewqase kiryarên dijmirovî pêk tên de, em ê nesekinin. Êrîşên DAIŞ'ê bi destê jinan tê piratîk kirin, ji lewra pêwîst dike ku têghiştineke kûr çêbibe. Di bingeh de Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ji bo parastina jin û zarokan bû. Eger jin û zarok ji vê xeteriyê neyên parastin, wê DAIŞ dîsa ji nû ve bi rengekî pir xurt, xwe bi rêxistin bike û xeteriyên pir mezin bi xwe re bîne. Operasyon pêşî lê girtina li ber mezinbûn û berfirehbûna DAIŞ û hevkarên wê ve ye."

Gulbihar da payin ku divê her 57 welatên ku hemwelatiyên wan DAIŞ'î ne bêdeng nemînin ji ber ku pirsgirêka Kampa Holê pirsgirêka wan e û wiha pêl da gotina xwe: "Welatên ku hemwelatiyên wan DAIŞ'î ne û destê wan di qetilkirin û xwînrijandina mirovan de heye, divê ku bêdeng nemînin. Em di aliyê xwe yê exlaqî û wîjdanî de dixwazin wan ji wê xeteriyê xilas bikin. Di heman wextê de xeteriyeke pir mezinin li ser herêmên me, lê ev heya demekê wê bidome. Divê ku welatên wan jî bi wî çavî li wan binêre û wê wekî pirsgirêkeke cidî û xeteriyeke li ser welatê xwe jî bibînin. Divê ku daxwazên vegera hemwelatiyên xwe jî qebûl bikin, ewlehiya wan biparêzin û hişmendiya wan jî biguherin."

Gulbihar diyar kir da ku bûyerên qetilkirinê were rawestandin operasyon dabûn destpêkirin û wiha domand: "Di van demên dawî de gelek bûyerên qetilkirinê û kiryarên dijmirovî derdiketin holê . Da ku em jî bikaribin rê li ber bigrin, me operasyon da destpêkirin û serçeteyên ku van kiryaran bi jinan dixin piratîkê de girtin. Me mejiyê ku Kampa Holê bi rê ve dibe girtin, ji lewra ji îro û şûnde em di wê baweriyê de ne ku rewş wê were guhertin."

Gulbihar di dawiya gotina xwe de da zanîn ku ew ê hemû jinên herêm û cîhanê ji xeteriya çeteyên DAIŞ'ê biparêzin û ev yek anî ziman: "Çavê hemû jinên herêmê û cîhanê li rêya me ye ku em bikaribin wan ji terora DAIŞ'ê biparêzin. Em jî li gorî wê berpirsiyartiyê tevdigerin. Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de me gelek çeteyên ku fikra DAIŞ'ê di nava jin û zarokan de belav dikirin, girtin. Ev yek hişt ku Kampa Holê ji xeteriya DAIŞ'ê heya astekê rizgar bibe. Heya ku qetilkirina jinan li Kampê hebe, em ê şev û roj li vir bin da ku em bikaribin vê terorê biçiqînin."