Li Şehbayê ji bo 4 şehîdan merasîm hate çêkirin

Li herêma Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran kesî ji bo 4 şehîdan merasîm hate çêkirin. merasîma 4’şehîdan yên ku di qonaxa duyemîn ya berxwedana Serdemê şehîd bûne li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê hate çêkirin.

Li herêma Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran kesî ji bo 4 şehîdan merasîm hate çêkirin. Çar şervan di qonaxa duyan ya Berxwedana Serdemê şehîd bûbûn, şehîd li goristana şehîdên berxwedana serdemê ya navçeya Ehrezê hate çêkirin.

Bi hezaran kesên ji gelê Efrînê û Şehbayê, cinazeya 4’Şehîdan ên ku di qonaxa duyan ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn hatin veşartin.

Gel li pêşiya nexweşxaneya Avrîn ya li Fafînê kombûn û bi cinazeya Şehîdan re ber bi goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ve, ya li navçeya Ehrezê meşiyan.

Li navçeya Ehrezê merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştî wê endamên sazî û meclîsan ve axavîn.

Li ser navê meclîsa malbatê şehîdan hesen Birko ‘bavê Şîlan’ û li ser navê rêveberiya Kongra Star Mizgîn Ehmed axivîn, di axaftin axwe de sersaxî ji malbata hemû şehîdan xwestin û gotin ‘ev şehîd qeheremanên Efrînê ne ku tu carî dagirkerî li gelê xwe û Efrînê qebûl nekirine, bi şehîdan em hatine parastin.''

Piştî axaftinê wesîqya şehîdan ji aliyê endamên Kmîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zêneb Ebdo û Avdar Elo ve hate xwendin.

Dawiyê cinazeyên Şehîdan bi dirûşmeyên'şehîd namirin' hatin veşartin.