Li ser gundê Ebûş a Til Temirê êrîşên dagirkeriyê pêk hat

Îro di saetên şevê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi top û hawanan gundê Ebûş a Til Temirê bombekirin.

Îşev di saet 21:00’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi top û hawanan gundê Ebûş a dikeve ser rêya Til Temir-Zirganê bombe kirin.

Derbarê encamê bombardumanê de agahî nehatin standin.