Li Serêkaniyê ya dagirkirî teqînên dijwar

Hate ragihandin ku li başûrêrojhilat ê Serêkaniyê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin ji ber teqînan gelek çeteyên bi ser Enqerê ve hatine kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê li mezrika Riyadê, ku di navbeyna gundê Rêhaniyê Bêgarê û rêya M4'ê de ye 3 mayîn ji dûr hatine teqandin.

Di teqînan de ku çeteyên bi ser Tirkiyê ve bûne hedef gelek çete mirine û birîndar bûne.

Hate ragihandin piştî teqînê artêşa Tirk cihê rûdanê dorpêç kiriye û dengê teqînan hatiye.