Nasnameya şervaneke Meclîsa Leşkerî ya Mibicê hata eşerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê wan Mîrî Hesen li Teqtoqê şehîd bûye.

Navenda Çampemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyeke nivîskî têkildarî mijarê da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Me bi xemgînî agahiya şehadeta şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi navê Mirî Hesen Teqtoq ê ji Minbicê bihîst. Şehîd Mirî Hesen Teqtoq ji fermandarên tûgaya Şehîd Nîmet a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye.

Şehîd Mirî Hesen Teqtoq di dema pêgava rizgarkirina Minbicê de a 2016’an tevlî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû, beşdarî pêngavên rizgarkirinê yên Minbicê, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê bû. Bi têkoşîneke şoreşgerî tev,i kar dibû û di nava hevrêyên xwe bi aramiyeke mezin bi tehemûlkirina astengiyan û girêdana bi ruhê hevaltiyê re dihat naskirin.

Li ser vê bingehê em sersaxiya malbata şehîd, tevahî malbatên şehîdan û şêniyên Minbicê dixwazin ku dê li ser soza xwe bin û rêça şehîd bişopînin. Her wiha soza didin gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li ser şopa şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê ji terorê bimeşin.”

Nasnameya şervanê şehîd bûye wiha ye:

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/12/185806_minbic-sehid.jpeg

Nasnav: Merwan Minbic

Nav û Paşnav: Mirî Hesen Teqtoq

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Minbic 1994

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Minbic 2016

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 12.04.2021