Leşkerên kirêkirî yên Enqerê dema ku pereyên wan nedan protesto kirin

Komeke çeteyên Enqerê ku li dijî Ermenan şandibûn Qerebaxê ji bo ku paşmêrê wan Tirkiyê meaşê wan neda çalakiya protestoyê kirin.

''Artêşa Mîllî'' ya ku paşmêrê wê Tirki ye, ku Tirkiyê ev kome çete ya kirêkirî şande Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Libya, Azerbaycanê û Yemenê, piştî ku meaşê wan nedhate dayin xwe aciz kirin.

Kome çete ku dewleta Tirk li dijî Ermenan şandibû Qerebaxê û piştî vegerê ew anîbûn Efrînê, li Efrînê ya ku ji hêla Tirkan ve hatiye dagirkirin, çalakiyeke protestoyê kir.

Endamên koma çete dîmenên çalakiya protestoyî li ser telegramê par ve kirin.

Di dîmenê de tê gotin, ''Em bi dewleta Tirk re çûne şerê Qerebaxê. Gelek kes ji me mirin. Fermandarê Tûgaya Silêman Şah Ebû Emşa pereyên me xwarin, pereyên malbatên me xwarin. Gel ji birçîna dimire. Em vê qebûl nakin.''