Li Kampa Holê 31 çete hatin girtin

Hêzên YAT’ê ragihand ku di 4 rojên dawî de li Kampa Holê 31 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28`ê Adarê pêvajoya yekemîn a Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" dan destpêkirin. Piştî 5 rojan di 2’yê Nîsanê de pêngava yekem a operasyonê bi dawî bû.

Ji dema bi dawîbûna Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ve, operasyonên taybet ên ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) li Kampa Holê dane destpêkirin, berdewam in.

Li gorî fermandarên YAT`ê yekîneyê di 4 rojên borî de 31 çete ku 8 jê jin ji şaneyên DAÎŞ`ê Sûrî û Iraqî hene girtine.

Li gorî fermandaran, li beşên 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7 û gelek malên axî yên beşa 1 a taybet bi penaberên Iraqê yên Kampa Holê 47 operasyonên serdegirtinan pêk anîne.

Fermandaran diyar kirin ku hêzên YAT’ê li ser agahiyên çeteyên hatine girtin û agahiyên parve dikin operasyonên xwe pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya bi dawîkirina Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyonê de 20 serçete jî di nav de 125 çete hatine girtin.

Hinek ji çeteyên ku hatine girtin, ji berpirsên bûyerên kuştin, tirsandinê ne, hinek jî berpirsên belavkirina fikrê tundraw ê DAIŞ`ê ne û jinên DAIŞ`î jî di Dîwana Hesbê de kar dikin û hinek din jî berpirsên peydakirina çekan in.

Di operasyonan de serçeteyê yekemîn ê DAÎŞ`ê û berpirsê şaneyên di nava kampê de Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) û serçeteyê duyemîn ê DAÎŞ`ê Qusey Mihemed (Ebû Kirar) hatine girtin.

Kampa Holê metirsîtirîn kampa li cîhanê ye. Malbatên çeteyên DAÎŞ`ê yên Sûrî, Iraqî û biyanî têde dimînin. Her wiha jinên DAÎŞ`î hewl didin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, bûyerên kuştinê pêk bînin û fikrê tundraw ê DAÎŞ`ê belav bikin.