ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Muslîm: Divê li dijî dewleta Tirk têkoşîneke hevpar bê meşandin
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim anî ziman ku heta mirov bi hev re li dijî dewleta Tirk ku bi DAÎŞ’ê re dibe piştgir, tênekoşe, wê DAÎŞ her hebe û got: “Divê mirov li dijî dewleta Tirk ku bi DAÎŞ’ê dibe piştgir tevdîran bigire. Ji vî aliyî ve zeîfî zêde ye." -
Encamnameya komxebata 'Di serhildanên Jin, Jiyan, Azadî de rola xwendekaran'
Encamên komxebata 'Di serhildanên Jin, Jiyan, Azadî de rola xwendekaran' hate eşkerekirin ku bi hevkariya Xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremenê hate lidarxistin. -
Li Dêrazorê ji ber teqînekê 4 kes mirin
Li Dêrazorê di encama teqînekê de 4 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. -
Li Sûriyeyê bi dronê êrîşî hêzên alîgirên Îranê hate kirin
Li rojhilatê Sûriyeyê li qadeke ku hêzên Îranî û komeke tifaqê lê hene, bi dronê êrîşek lê hate kirin, 4 kes mirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Esaf Mihemed hate veşartin
Şervanê QSD’ê Esaf Mihemed El Mihemed ê ku ji ber krîza dil şehîd bûbû, li Til Hemîsê hate veşartin. -
Cenazeyê Mezlûm Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Remedan Îsmaîl (Mezlûm Qamişlo) ku 6'ê Adarê ji ber krîza dil şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê hate veşartin. -
Bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê yê ji bo Dildar Rojava kirin
Bi sedan kesî serdana sersaxiyê li konê li Kobanê kirin, ku ji bo gerîlayê HPG'ê Dildar Rojava hate vedan. -
8’ê Adarê li Qamişlo û Helebê hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Helebê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didomin. -
Cenazeyê şehîd Meen El Bedran û Horan Ferec El Ebid hate veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Gumrika Herêma Cizîrê Meen El Bedran li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê û cenazeyê şervanê QSD’ê Horan Ferec El Ebid jî li Minbicê hate veşartin. -
Ji rûspiyên herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir
Hevserokê Berê yê Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê û Endamê Meclîsa Rûspiyên Herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir. -
Xelkê Kobanê çûn şîna ji bo şehîdan hatî danîn
Bi sedan kes li Kobanê çûn şîna ji bo Hemze Kobanê, Rûken Kobanê û Raperîn Amed hatî danîn. -
Dewleta Tirk a dagirker Kobanê bombebaran kir: Gelek birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker gundên Kûltep û Bexdikê yên Kobanê bombeberan dike. Gelek kes birîndar bûn. -
‘Ji bo dewleta Tirk desthilatdariya xwe bidomîne, serî li her rêbaza şer dide’
Lêkolînerê Pisporê Karûbarê Kurdî û Tirkî Mûhsin Odelah anî ziman ku dewleta Tirk erdhejê jî êrîşên dagirkeriyê didomîne û got: “Dewletên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk, van êrîşan ji nedîtî ve tên.” -
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re': Nêzî 900 hezar îmze hatin komkirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampanya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 22'ê Çileyê û vir ve nêzî 900 hezar îmze hatine komkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Wîsam Hesen El Casim, bi merasîmekê li Şehîdgeha Minbicê, hat veşartin. -
Metirsiya ji ber qutkirina ava Firatê zêde dibe
Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên hewayî, bi qutkirina avê jî dibe sedema karesatekê. Ji ber qutkirina Çemê Firatê li herêmê hem elektrîk hatiye birîn hem jî nexweşî zêde bûne. -
Çeteyên DAÎŞ’ê li sivîlan da
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir li çolê dema mirovên sivîl kuvark berhev dikirin, çeteyan êrîş kirine û di vê êrîşê de 8 kesên sivîl hatine qetilkirin û herî kêm 35 sivîl jî birîndar bûne. -
QSD’ê bîlançoya meha Sibatê eşkere kir
QSD’ê, da xuyakirin ku dewleta Tirk meha Sibatê 24 caran bi tank û çekên giran êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. -
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şervanekî QSD’ê şehîd bû
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa ku duh dewleta Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsayê pêk anî de, şervanê wan ê bi navê Wîsam Hesen Casim şehîd bû. -
Dewleta Tirk êşkence li gel kir, 270 dar birî
Dewleta Tirk a dagirker li Şerayê 270 dar birî. Li Efrînê jî êşkence li xelkê sivîl kir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Xelîl El Elo li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Xelîl El Elo ê ku dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, bi merasîmekîli Reqayê hate veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesekê ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, bi merasîmekî girseyî li Hesekê hate veşartin. -
QSD: Hevrêyê me Îsmaîl Hesekê şehîd bû
QSD’ê bi daxuyaniyek ragihand ku hevrêyê wan Ehmet Hisên (Îsmaîl Hesekê) di encama krîza dil de şehîd bû. -
Li Amûdê şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan û gel, şehîdên meha Sibatê bi bîr anîn. -
TEV-DEM: Li gel felaketa erdhejê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk dewam dikin
TEV-DEM'ê ragihand ku li gel felaketa erdhejê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk dewam dikin.