Xamaney: Îsraîlê xetayeke cidîkir, wê bedela wê bide

Serokê Olî yê Îranê Ali Xamaney di axaftineke xwe ya li ser televîzyonê de got ku Îsraîlê xetayeke mezin kir û wê bedela wê bide.

Serokê Olî yê Îranê Ali Xamaney roja Çarşemê di daxuyaniyeke xwe de got: ‘’ Îsraîlê xetayeke mezin kir û wê bedela wê bide.’’

Xamaney got ku ew ê xwîna şehîdan û êrîşa Îsraîlê ya li ser xaka wan ji bîr nekin.

Xamaney di daxuyaniya xwe de hişyarî da û ev yek anîn ziman: ‘’Divê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bizanibe ku Îran wê teslîm nebe û wê encamên êrîşeên Emerîkayê yên muhtemel giran bin.’’

Li gorî ajansa nûçeyan a IRNA’yê serokê olî yê Îranê Xamaney gotiye; ‘’Gelê Îranê wê li hemberî şerekî tê ferzkirin jî û li hemberî aşitiyeke ku tê ferzkirin jî li ber xwe bide û ev gel wê li hemberî ferzkirineke bi vî rengî teslîmî tu kesî nebe.’’

Xamanay bersiv da ferzkirina Serokê DYE’yê Donald Trump ya ‘’teslîmbûna bê şert û merc’’ û ev yek anîn ziman: ‘’Kesên biaqil ên ku Îranê, vê neteweyê û dîroka wê nas dikin, wê tu caran gefan li Îranê nexwin, ji ber ku gelê Îranê wê teslîm nebe û divê Emerîkî bizanibin ku wê destwerdaneke leşkerî ya Emerîkayê zirareke mezin bide wê.’’

ÎSRAÎLÊ BI 25 BALAFIRÊN ŞER BOMBEBARAN KIR

Hêzên hewayî yên Îsraîlê ragihand ku wan vê sibêhê ji bo lêxistina xalên leşkerî yên li rojavayê Îranê  hin êrîşên hewayî pêk anîne. Li gorî berdevkê artêşê nêzîkî 25 balafirên şerî yên Îsraîlê li hemberî zêdetirî 40 binesaziyên moşekan, depoyên moşekan û navendên leşkerî yên Îranê  hedef girtine û li wan xistine. Her wiha tevahiya şevê balafirên şerî moşekên Îranê yên bi navê ‘’Emad’’ yên ku ji bo lêxistina Îsraîlê amade bûn, hatibûn hedefgirtin.

BALAFIRGEHA KIRMAŞANÊ HATE BOMBEBARANKIRIN

Çavkaniyên Îranê ragihandin ku Balafirgeha Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê jî hatiye bombebarankirin.