Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, serdana Serfermandarê Giştî yê DYE’yê, Serdana Weqfa Alîkariyê ya Barzanî ya li Efrînê û hevdîtinên Sûriye û welatên Ereb, ji ANF’ê re axivî.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e. Çalakiyên li dijî tecrîdê li herêmê berdewam in. Ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî divê gel çi bikin?
Rêber Ocalan 25 sal in girtî ye. Di avakirina pergaleke nû de Rêber Ocalan ji xwe re wek astengî û komployeke navneteweyî hat kirin. Hêzên komploya navneteweyî kir, tevî ku Rêber Ocalan dîl girt, nekarî xelkê ji Ocalan dûr bikin. Ji gava ku Îmraliyê hatiye girtin heta bi niha 25 sal in tecrîd bi pêkanînên cuda berdewam e. Du armancên bi vê tecrîdê hene: Qutkirina Rêber Ocalan ji xelkên ku wî ji xwe re wek rêber dibînin û girtina rê li ber danîna têkiliyê bi derve re ya Rêber Ocalan. Tecrîd, pergaleke êşkenceyê ye. Rewşa heyî, rewşeke hovane û qirêjî ye û rêbazeke gemarî tê bikaranîn. Hovîtiyeke wiha, wekî din tu nîn e.
‘DIVÊ YÊN JI BO DEMOKRASIYÊ TÊDIKOŞIN JI XWE RE BIKIN ESAS’
Divê xelk bi hemû hebûna xwe li Rêbertiyê bibe xwedî. Çalakî çêdibin, bang tên kirin, lê divê mirov ji bîr neke ku CPT, Neteweyên Yekbûyî û saziyên wek wan kirine navgînên siyasî û ji bo berjewendiyên xwe tevdigerînin. Divê mirov hêviya ku wê li ber tecrîdê rabibin, ji van saziyan neke, çimkî navgînên siyasî ne û hew. Der û dorên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, gel, sazî û destgeh esas bên dîtin. Divê mirov xwe bigihîne wan kesan ku Rêbertiyê ji xwe re wek serok dibînin. Ên li Rêber Ocalan dibin xwedî, ev in. Tu hiqûq, rêgez û exlaqekê dewleta Tirk nîn e. Qanûnên navneteweyî dike nav dest û pêyan. Ya rast divê mirov hedefê rast diyar bike. Pozîsyona dewleta Tirk, bi tenê gardiyanî ye. Hêzên li pişta dewleta Tirk çima dengê xwe jê re nakin? Divê em bi vê pirsê armanca xwe baş diyar bikin. Ji bo şikandina pergala tecrîdê, ji xeynê dewleta Tirk ku bi rolê gardiyantiyê radibe, mirov hêzên veşarî yên li pişt wê jî nebîne nabe. Rêbertî, serokê gelê Kurd e ku 60 milyon in. Ji xeynî Kurdan, rastiyeke gel heye ku qebûl dike, nas dike û li felsefeya Rêbertiyê dikole. Di serî de Kurd, divê gel li Rêber Ocalan bibin xwedî, bêyî sekin têbikoşîna xwe gur bikin.
Piştî erdheja Mereşê ku bandora li heremê jî bû, dewleta Tirk dîsa li êrîşên xwe yên li ser herêmê dewam kir. Tu van êrîşan çawa dibînî?
Siyaseta stratejîk a dewleta Tirk ew e Kurdan biqedîne. Şert çi jî bin, êrîşên xwe yên li dijî Kurdan nasekinîne. Erdheja li Bakurê û Rojavayê Kurdistanê rabû, ji xwe re wek diyarî dibînin. Ji aliyekî ve dest didin ser alîkariya ku ji der ve tê, ji aliyê din ve jî ji bo her roj hinekan bikujin, bigirin, êşkence lê bikin, erdhej ji xwe re kir fersend. Kesên di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest da, bi piranî Kurd bûn. Di vê pêvajoyê de jî êrîşên xwe yên li ser Rojava nesekinandin. Balafirên keşfê bêyî sekin diçin û tên. Ji hewa û erdê ve li êrîşên xwe dewam dike. Li Şehbayê ku bandora erdhejê lê bû, li avêtina topan dewam kir. Bi balafirên biçek ên bêmirov êrîş kir. Bandora erdhejê gelek li Til Rifetê bi tundî bû, xelkê me ji neçarî ji malên xwe derket. Êrîş nesekinîn. Divê Kurd vê rewşê baş bibînin, fêm bikin û têbigihîjin. Divê hay ji armanca dijmin çêbibe. Dixwaze ku gelê me ji ser axa xwe bireve. Lê diyar e ku gelê me êdî ev polîtîka deşîfre kir û armancên wan bi avê de birin.
Tê gotin ku Serfermandarê Giştî yê DYE’yê Orgeneral Mark Mîlley hefteya pêşîn a meha Adarê hatiye herêmê û hevdîtin bi leşkerên DYE’yê re kiriye. Wateya vê serdanê çi ye?
Hêzeke ku leşkerên wê li vê herêmê hebin, mafê wê yê serdanê bike, heye. Ev serdan berê jî hatine kirin û wê berdewam bin. Ne rewşeke derasayî ye. Serdanek e ku ji bo rêbaza tevgerînê, guherînên nû û ewlehiya wan hatiye kirin. Piştî vê serdanê gelek şîrovê hatin kirin. Ket nav rojeva dewleta Tirk û hat diyarkirin ku serdan bi armanca piştgiriya bi QSD’ê re hatiye kirin. Erd, ne erdê dewleta Tirk e û ne heqê wê ye ku dest di vê serdanê wer bide. Dibe ku bê pirsîn ku çima hatiye lê di destên me de agahiyeke diyar nîn e û em nizanin ku hevdîtin bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hatiye kirin an na. QSD’ê têkildarê vê tu daxuyanî nedaye. Em wek serdaneke asayî dibînin. Bi ya min, agahiyên li ser medyayê digerin, şîrove ne, em serdanê normal dibînin.
Bandora vê serdanê wê li têkoşîna bi hevparî ya li dijî DAÎŞ’ê çi be? Asta tevgera DAÎŞ’ê li herêmê çawa ye û tu vê tevgerê çawa dibînî?
DAÎŞ, heta bi niha ji ser rûyê erdê nehatiye paqijkirin. Ên DAÎŞ’ê xwedî dikin pir in. Li ser erdên hatine dagirkirin jî feraseta DAÎŞ’ê serwer e û bi bîr û doza wê, xwedêgiravî jiyanek heye. Di têkoşînê de ku li dijî DAÎŞ’ê dibe, çiqas zeîfî çêbibe, wê DAÎŞ ewqas xurt bibe. Heta bi niha bi tenê QSD bêyî sekin li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyaye. Xeteriya ji ber hebûna DAÎŞ’ê ku li herêma me heye, ji bo welatên din e jî. Eger îro DYE, li dijî DAÎŞ’ê tênekoşe, çawa ku berê êrîş li Emerîka kiribe wê cardin fersendê bibînin ku xwe zindî bikin û li êrîşên xwe dewam bikin. Ji aliyekî ve DAÎŞ dixwaze Kurdan biqedîne, ji aliyê din ve jî kîn û nefreta wê berpêyî gelan berdewam e. DYE ku li dijî DAÎŞ’ê têbikoşe, ji bo wê jî baş e. Eger tênekoşe wê gelê wê jî bikeve xeteriyê. Ez dibêjim ku divê têkoşîn bi hevparî be. Rayedarên DYE’yê jî wisa dibêjin. Hêza li pişta DAÎŞ’ê diyar e. Dema gefên ji ber êrîşên dewleta Tirk, hat dîtin ku êrîşên DAÎŞ’ê çiqas zêde bûne. Li dijî dewleta Tirk ku bi DAÎŞ’ê re dibe piştgir divê tevdîr bên girtin. Ji vî aliyî ve zeîfî gelek e. Xurtkirin di destên hêzên navneteweyî de ye. Di destên wan hêzan de ye ku dibêjin dewleta Tirk hevpeymana wan stratejîk û endama NATO’yê ye. Jixwe ev êrîş bi destên dewleta Tirk dibin. DAÎŞ bi carekê derneket holê, hat çêkirin. Li gor berjewendiyan hat xwedîkirin û mezinkirin û heta bi îro hat. Li dijî dewleta Tirk ku bi DAÎŞ’ê re dibe piştgir û hêzên din jî divê mirov, hev re têbikoşe. Bi ya min, heta mirov li dijî hêzên DAÎŞ’ê xwedî dikin û mezin dikin, tênekoşe, wê DAÎŞ her hebe.
Piştî erdheja li Tirkiyeyê rabû, şandeyeke girêdayê Weqfa Alîkariyê ya Barzanî, çû Efrînê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve dagirkirî ye. Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê serdana li Efrînê çawa bibîne?
PDK’ê tu car bi çavê neyar li dewleta Tirk nenihêrtiye. Lê dewleta Tirk, tim bi çavê neyar li Kurdan nihêrtiye. Alîkariya Weqfa Alîkariyê ya Barzanî gihand Efrînê negihîşt gel, çeteyan dest dan ser. Em vê tercîha PDK’ê rast nabînin. Tu yê biçî herêma ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, ev çete wê hemû li dijî hebûna Kurdan bin, wê her roj Kurdekî bikujin, birevînin, êşkenceyê lê bikin, tu yê jî serdanê li van çeteyan bikî. Ev serdan, tê wateya rewakirina dagirkirina çeteyan. Kurd vê rewatiya ji bo çeteyan bê dayîn, qebûl nakin. Ev feraset, ne rast e. Berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re çi ne, mirov pê nizane. Lê çi jî bibe divê ev serdan nehata kirin. Binpêkariyên li Efrînê bi çavên xwe dîtin. Bi çavên xwe dîtin ku çete demografiyê çawa diguhêrin. Ji sedî 20 Efrîniyan jî nikarin li ser axa xwe bijîn. Li Şehbayê ku li nêzê Efrînê ye, ji xwe re di konan de dimînin û li benda wê rojê ne ku Efrîn azad bibe. Çima naçî serdana gelê Efrînê ku bi zorê koçber bûye? Çima naçe serdana gelê Şehbayê? Çima ji derdê gelê li vir re nabe derman? Çima diçe serdana axa ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin û dagirkeriyê rewa dike?
Hevdîtina hikûmeta Şamê bi welatên Ereb re divê mirov çawa bibîne û bi ya te bandora van hevdîtinan wê bi çi awayî li Rêveberiya Xweser bibe?
Gava Şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, welatên Ereb ku xwe niha nêzê Sûriyeyê dikin, neyartî bi Sûriyeyê re dikir, wan jî rejîm qebûl nedikir, dixwest ku rejîm bikeve. Ji xeynê gelên li herêma me, gelên din jî dev ji rejîmê berdabû. Rejîm jî bû sedema koçberî û guherîna demografiyê. Rejîm ne mejbûr e ku her tiştî bi temamî qebûl bike. Gel, ji bo demokrasiyê serî rakir, tu ne mejbûr î ji sedî sed qebûl, lê ji sedî not qebûl bike, nebe nebe ji sedî pêncî qebûl bike. Yên koç dikin vegerîne, sazî û dezgehên xew biguherîne. Zêdeyê nîv milyon kes li Sûriyeyê hatin kuştin. Pirê wan bi destên rejîmê û ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin. Dilê te li başkirina van birînan heye? Ez dibêjim ku heke rejîm û îstixbarat li xwe binihêrin, pergalê biguhêrin, demokratîk bibin, wê ji bo rejîmê bibe serkeftineke hêja.
HEVDÎTIN DIVÊ JI BO BEXTEWARIYA GEL BE
Hevdîtinên bi Siûdî Erebistan, Mîrîtiyên Ereb ên Yekbûyî, Urdun û Qatar re, divê li gor daxwaza gel û ji bo bextewariya gel werin kirin. Talan, qetlîam, birçîbûn ku hêj gelek zêde ye, ne rast e ku mirov hêj li ser dikê be. Rejîm û siyaseta Sûriyeyê heta neguherin, gavên siyasî jî wê ne bi tenduristî bin. Rejîma Sûriyeyê hêj li gor qanûnê bi hejmra 2254 jî tevnagere. Modela Rêveberiya Xweser jî qebûl nake, wek alternatîfeke çareseriyê lê nanihêre. Bi ya min, rejîm di van şertan de hevdîtinên siyasî bike jî wê bi kêr neyên. Heta guherîna siyasî çênebe, gav ji bo demokratîkbûnê neyên avêtin, gavên siyasî ku bên avêtin jî wê cihê xwe negirin. Ya ku pêşîn hevdîtin bi welatên Ereb re kir PYD ye, lê xwe dan ji paş re. Bêyî ku destên welatên cuda bikeve nav, me dixwest ku pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bibin. Bi erk û berpirsyariya xwe ranebûn. Îro çi guheriye ku van hevdîtinan bi hev re dikin? Welatên Ereb ku pergala rejîmê qebûl nakin, hinê bi gel re bûn piştgir û li ber rejîmê rabûn. Lê îro di siyaseta rejîmê de tu guherîn nîn e, çima bêyî ku şertê demokratîkbûnê bê danîn, hevdîtin tên kirin? Em ne li dijî van hevdîtinan. Em dixwazin têkiliyên Sûriyeyê bi welatên Ereb re xweş bibe, lê divê zemînê hevdîtinan baş bê lêkirin. Divê hevdîtin li gor parastina gelên Sûriyeyê bên kirin. Diyaloga herî baş û rast, ev e. Gelên Sûriyeyê, ji Ereban ta bi Kurdan, ji Suryanan ta bi Ermenan û heta bi gelên din, divê hemû gel bên parastin. Diyalog bi vî awayî bi pêş ve biçe, ev tê wê wateyê ku em dikarin bibin hevkarê rojên zehmet.