ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Hemîsê şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê hatin bîranîn
Li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê 41 şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê ku îsal li cihên cuda şehîd bûn, hatin bîranîn. -
MSD: Divê hemû hêzên demokratîk tevlî diyalogê bibin
MSD “Divê hemû hêzên neteweyî yên demokratîk ji bo Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî tevlî diyaloga neteweyî bibin.” -
PYD: Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgirêkan modela herî baş e
Meclîsa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di salvegera destpêkirina aloziyê de, rêveberiya xweser ji bo çareseriya pirsgirêkan modela herî baş e. -
Agirê Newrozê li Kobanê hate dadan
Agirê Newrozê li navçeya Şêran a Kobanê hate dadan. Li dora agir govend hate gerandin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn. -
Bi girseyî serdana konê sersaxiyê yê şervanê QSD’ê hat kirin
Gelê Amûdê, çû serdana konê sersaxiyê ku ji bo şervanê QSD’ê Qehreman Qamişlo hat danîn. -
‘Bi coşa Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin’
Mamoste û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo amadekariyên Newrozê goti "Em ê bi coşa Newrozê azadiya fîzîkî a Rêber Apo teqez bikin " -
QSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên şehîd bûne, eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervan Cûdî Welat û Qehreman Qamişlo ji ber qezayekê di dema perwerdehiyê de şehîd bûne. -
Hikûmeta Şamê rê li ber alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê digire
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da xuyakirin ku hikûmeta Şamê, alîkariya ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê hatiye şandin, asteng kiriye. -
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Îmad Îbrahîm hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îmad Îbrahîm ê di 4’ê Adarê de li Hesekê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd 2 milyon û 626 hezar îmze hate komkirin
Înisîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 milyon û 626 hezar îmze kom kir. -
Şervanê QSD'ê Mihemed Hemawî hate veşartin
Şervanê QSD'ê Mihemed Mahîr Hemawî li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmekê hate veşartin. -
Şervan Mislim: Xwestin di şexsê Helebçe de netewa Kurd tune bikin
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim têkildarî Komkujiya Helebçe yê got, "Xwestin di şexsê Helebçe de netewa Kurd tune bikin. Lê gelê Kurd xwedî kokeke kevnar a berxwedanê ye, ji ber vê her tim li dijî zordaran serî hildane." -
Dewleta Tirk li Efrînê 50 darên din ên zeytûnê birî
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Şêrawa ya Efrînê 50 darên din ên zeytûnê birîn. -
Li Qamişloyê agirê Newrozê hat vêxistin
Li Qamişloyê agirê Newrozê hat vêxistin û govend hat gerandin. -
‘Ti hêzeke kapîtalîst nikare li dijî berxwedana gelan bi ser bikeve’
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê şehîdên Komkujiya 12’ê Adarê bi bîr anî û got: “Ti hêzeke kapîtalîst nikare li dijî nirx, dîrok, yekitî û berxwedana gelan bi ser bikeve.” -
Li Qamişloyê şehîdên komkujiyê hatin bîranîn
Li Qamişloyê şehîdên komkujiyê û Serhildana 12’ê Adarê hatin bîranîn. -
Dewleta Tirk li Efrînê 80 darên din ên zeytûnê birî
Çeteyên El Hemze yên Tirkmenî yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve li Efrîn a dagirkirî 80 darên din ên zeytûnê birîn. -
Îsraîlê êrîş bir ser Sûriyeyê: 2 kes hatin kuştin
Îsraîl carek din êrîşên hewayî li dijî welatê cîran Sûriyeyê pêk anî. Hat ragihandin ku 2 endamên milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin. -
Şehîd Çelo Kobanê li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Çelo Kobanê (Mustefa Osman) ku yek ji welatparêzên herî dilsozbû û di 1’ê Sibatê de şehîd bûbû, li ser gora xwe hate bîranîn. -
'Destketiyên heyî encama Serhildana 12'ê Adarê ne'
Şahidên Serhildana 12'ê Adarê ya li Qamişloyê diyar kirin ku wê demê gelê Kurd bi temamî li ber dewletê serî hilda û destnîşan kirin ku destketiyên heyî hemû encamên kelecan û coşa Serhildana 12'ê Adarê ne. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Dede hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPGʹê Mihemed Dede ku ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Şehbayê hat veşartin. -
Şervanê YPG’ê Mihemed Dede şehîd bû
YPG’ê diyar kir Mihemed Dede yê ku kurê wî şehîd e, di nav refên YPG’ê de ji ber nexweşiyê şehîd bûye. -
Mihemed Şahîn: Desthilatdarî êrîşî fikrên azad dike
Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Herêma Firat Mihemed Şahîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û êrîşan de got “Li ku fikra azad hebe desthilatdarî êrîşî wir dike, ji ber ku dizanin civaka demokrat li dijî pergala desthilatdar metirsiyeke mezin e." -
Li ser Eyn Îsayê êrîşên dagirker
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Muxeyem ê Eyn Îsayê, rêya M4 û kampa berê bi obusan bombe dike. -
Ji destpêka erdhejê û heta niha çi li Şehbayê qewimî?
Rejîma hikumeta Şamê li şûna hêza xwe di alîkariya gelê xwe de bi kar bîne, siyaseta xwe ya birçîkirinê li dijî herêma Şehba domand.