Li Dêrazorê di êrîşa DAÎŞ'ê de karmendekî sivîl şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir ku li Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de karmendekî sivîl şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir ku li Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de karmendekî sivîl şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li dijî wesayîteke Meclisa Sivîl a bajarokê Mihêmîde yê Dêrazorê êrişek pêk anî û di encamê de karmendek şehîd bûye.
Li gorî daxuyaniyê êriş roja Sêşemê pêk hatiye, 2 çeteyên li ser motorsîkletekê gule li wesayîtê reşandine û di encamê de karmendekî sivîl şehîd bû. Hate zanîn ku çete reviyane.
QSD`ê ragihand ku yekîneyên wan bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê ji bo şopandina çeteyan dest bi operasyoneke berfireh kiriye.