Cenazeyê Mezlûm Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Remedan Îsmaîl (Mezlûm Qamişlo) ku 6'ê Adarê ji ber krîza dil şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Remedan Îsmaîl (Mezlûm Qamişlo) ku 6'ê Adarê ji ber krîza dil şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê hate veşartin.
Şêniyên Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Remedan Îsmaîl (Mezlûm Qamişlo) ku 6'ê Adarê de di encamê nexweşiya dil de şehîd bûbû, spart axê.
Di merasîmê de ku li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê hat lidarxistin, bi beşdariya şervanên hêzên leşkerî li herêmê, heval û malbata şehîd Mezlûm Qamişlo pêk hat.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatma Tahir axivî û bal kişand ser navçeya ku şehîd Mezlûm Qamişlo lê dima û got: "Bajarokê Girbawî bi qehremanên xwe tê naskirin, şehîd Mezlûm jî yek ji wan e. 15-16 şehîdên wê hene, yên destpêka tevgera azadiyê ne."
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Eyaleta Rûbar Qamişlo, Nezîr Sofî jî axivî û diyar kir ku ji şoreşa Şêx Seîd heta niha dijminê gelê Kurd komkujiyan bi serê wan de tîne û wiha dom kir: "Bi saya felsefeya Rêber Ocalan me rêya xwe ya berxwedanê nas kir."
Her wiha endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Osman di merasîmê de axivî û da zanîn ku her şehîdek xwedî kedeke pîroz e, şehîd Mezlûm Qamişlo jî di şoreşa Rojava de xwe kir yek ji pêşengan û wiha anî ziman: "Şehîd Mezlûm perwerdeya çiyayê azad dîtiye, cihê xwe di hemû xetên pêş ên berevaniya li ber xakê girtiye."
Silêman Osman di dawiyê de got: "Em şehadeta Mezlûm li gelê Ereb jî pîroz dikin."
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Mezlûm Qamişlo radestî malbata wî hat kirin û tevî slogana 'Şehîd namirin' li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.