ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Cindirêsê banga li civaka navneteweyî
Ji rêveberiya PYD'ê Emîn Elîko diyar kir ku dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û astengiya dewleta Tirk a li Efrîn a dagirkirî, ji bo mirovahiyê cihê şermê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariyê bi van herêman re bike. -
Bandora erdheja li Mereşê li ser Sûriye û Rojava – II
Mîna li temamiya Sûriyeyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber ku karesatên xwezayî û erdhej zêde neqewimîne, tedbîrên cidî jî nehatibûn wergirtin. -
Li gelek navendên Qamişloyê 15’ê Sibatê hate protestokirin
Li gelek gelek navendên Qamişloyê bi çalakiyên cuda Komploya Navneteweyî hate protestokirin. -
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna çalakiyên li dijî Komploya 15’ê Sibatê kir
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna çalakiyên li dijî Kompoya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Alîkariya ji bo herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Alîkariyên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê hatin komkirin ber bi herêmên dagirkirî ve hatin şandin. -
'Ambargoya erdhejê' ya Şamê hate şermezarkirin
Astengiya hikumeta Şamê, ku nahêle alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê bigihêje Şam, Şêxmeqsûd û Şehbayê, ji aliyê koçberên Efrînî û xelkê Kantona Şehbayê ve hate şermezarkirin. -
Meşa Dirêj a li dijî komployê li Kobanê destpê kir
Li Kobanê bi dirûşmeya "Bi ruhê fedaî yê ciwanan, em azadiya Rêbertî mîsoger bikin" meşeke dirêj bi pêşengiya ciwanan destpê kir. Meş wê 3 rojan dewam bike. -
TEV-DEM: Çareserî bi Rêber Abdullah Ocalan dibe
TEV-DEM'ê li hemberî komploya 15'ê Sibatê daxuyanî da û got, "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e. Çareseriyek bêyî wî nabe." -
'Ji bo azadiya Rêber Apo em şev û roj li qadan bin'
Sebrî Mehmûd anî ziman ku dewletên desthilatdar ji ber tirsa ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo kirin û got: “Ji bo azadiya Rêber Apo divê em şev û roj li qadan bin.” -
Bandora erdheja Mereşê ya li ser Sûriye û Rojava – I
Ji ber erdhejê li Sûriye û Rojava 3 hezar û 581 kesî jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 348 kes jî birîndar bûn. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, ku hilweşîneke mezin lê çêbû, bi hezaran kes hînê di binê kavilan de ne. -
Di êrîşa bi ser Kobanê de şervanekê QSD’ê şehîd bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk da xuyakirin ku şervanek bi êrîşa balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a bi ser Kobanê, şehîd bûye. -
Li Minbicê tecrîd û Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin
Li Minbicê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê êrîşeke hewayî kir
Balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya gundê Menaz ê rojavayê Kobanê li wesayîtekê da. -
'Armanc ne tenê şikandina tecrîdê ye, em dixwazin azadiyê misoger bikin'
Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Perwîn Yûsêf destnîşan kir ku, armanca çalakiya wan ne tenê şikandina tecrîdê ye, armanc azadiya fîzîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got “Gel wê bi têkoşîna xwe Rêber Apo ji tarîtiya cîhanê derîne.” -
TEV-DEM'ê bang li Şamê kir: Bihêle ku Rêveberiya Xweser alîkariyê bike
TEV-DEM'ê bal kişand ser astengiyên hikumeta Şamê li pêşiya alîkariya bi herêmên dorpêçkirî datîne û bang lê kir, ku bihêle alîkariya Rêveberiya Xweser bigihêje taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û herêma Şehbayê. -
Komploya 15’ê Sibatê li Bakur û Rojhilatê Sûriye hate protestokirin
Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Bakur û Rojhilatê Sûriye hate protestokirin û azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. -
QSD: 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
QSD’ê di operasyona ku li rojhilatê Dêrazorê pêk anî de, 2 çeteyên DAÎŞ’ê kuşt. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan ê bi navê Ebdurehman El Celmûd şehîd bûye. -
‘Rêbertî, ne kesek e; lê fikir, çand û felsefe ye’
Ehmedê Pîrê yê ji Kobanê ku sala 1986’an li Helebê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye, got: “Rêbertî zêde bandor li civakê kir. Ew, ne şexsek e; lê fikir û çand û felsefe ye." -
Şehîd El Nasir li Reqayê hat veşartin
Şervanê QSD’ê Îbrahîm Îsmaîl El Nasir, ji aliyê bi Sedan Reqayiyan ve hat veşartin. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûpel Têkoşer hate veşartin
Şêniyên Kantona Qamişloyê cenazeyê şervana YPJ'ê Nûpel Têkoşer li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir. -
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Sûriyeyê, ji ber erdhejê herî kêm 2 hezar û 998 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 19 rojan de milyonek îmze hatin berhevkirin
Înisîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî milyonek îmze kom kirin. -
'Dewleta Tirk a dagirker nahêle tîmên rizgarkirinê bikevin navçeya Cindirêsê'
Li gorî agahiyên ji navçeya Cindirêsê hate girtin, dewleta Tirk a dagirker rê li ber derbasbûna alîkariyê ya ji bo navçeya Cindirêsê digire û got, zêdetirî 70 avahî bi temamî hilweşîne û tîmên rizgarkirinê jî nikarin bikevin navçeyê. -
HRE: Dewleta Tirk di pêvajoyek wiha de êrîş dike û derewan dike
Dewleta Tirk îdîa kiribû ku YPG’ê êrîşê barageha dewleta Tirk kiriye. HRE’yê ev îdîa derewand û got: “Li wê herêmê YPG nîne. Dewleta Tirk bi xwe êrîşê herêmên me dike.”