Cenazeyê şehîd Meen El Bedran û Horan Ferec El Ebid hate veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Gumrika Herêma Cizîrê Meen El Bedran li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê û cenazeyê şervanê QSD’ê Horan Ferec El Ebid jî li Minbicê hate veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Gumrika Herêma Cizîrê Meen El Bedran ê ku 2ʹyê Adarê li ser erka xwe şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin. Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê tev li merasîma veşartinê bûn. Di merasîmê de endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd Dijwar sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di kesayeta şehîd Meen de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî.

Endamê Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulhemîd El Sayîr jî axivî û diyar kir kir bi saya şervanan û hevgirtina gel pêkhateyan, gel bi aramî dijî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre li ser navê Hêzên Gumrika Herêma Cizîrê rêveber Ciwan Îsa sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Şehadeta hevrê Meen nîşaneya domandina berxwedanê ye. Em diyar dikin ku em ê rêwîtiya wî ya têkoşînê bidomînin."

Îso bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan û parastina herêmê hevgirtina xwe xurt bikin.

Piştî axaftinan, endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed nasnameya şehîd Meen El Bedran xwend û radestî malbata wî kir.

Gel, cenazeyê şehîd El Bedran bi dirûşmên "Şehîd namirin" veşartin.

MINBIC

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Horan Ferec El Ebid (Seyf Ebû Ferec) di şerên berê de birîndar bibû û duh (4ʹê Adarê) ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Cenazeyê Seyf Ebû Ferec bi tevlêbûna endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Jinan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên partiyan, saziyên taybet ên jinan, rûspiyên êlên bajêr û Saziya Gaziyan hat veşartin.

Kerwanê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Firat ber bi Goristana Şehîdan ket rê. Li goristanê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê toreneke leşkerî li dar xist. Piştre endamê Saziya Gaziyan Mihemed Xeyr El Casim axivî û got: “Yên digihêjin şehadetê, ji bo gel û welatê xwe dibin sembol.“

El Casim di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û heta pêkanîna armancên wan da.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Ela El Elî axivî û destnîşan kir ku ji bo ku ewlehiya li welat pêk were şehîdan canê xwe feda kirin.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El Maşî axivî û goristana şehîdan bi muzayîk û gulîstanekê wesifand.

Di dawiya merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El Hisên wesîqeya şehadetê ya şehîd El Ebid xwend û radestî malbata wî kir. Dûre cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşma “Şehîd namir in” hate veşartin.