Çalakiya Cenevreyê kete hefteya 230’an: Ji Rêber Apo re azadî!

Çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya avahiya NY’ê hatiye didome, ket hefteya 230’an.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de dewam dike.

Çalakiya nobetê ya vê hefteyê ji bo bîranîna ji navên efsanewî yên têkoşîna azadiya Kurd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakiya fedayî kir û ji fermandarên HPG’ê Orhan Cîhat Bingol ku 6’ê Hezîrana 2024’an de di êrîşa hewayî ya li ser Herêma Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê komîteya çalakiyê ya Cenevreyê Velî Eren mafê axaftinê girt. Velî Eren destnîşan kir ku Rêber Apo perspektîfa çareseriya aştiyane û paradîgmaya demokratîk a Rêber Apo mifteya aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn e.

Eren rexne li polîtîkayên şer û înkarê ya hikûmeta AKP’ê kir ku li dijî gelê Kurd dimeşîne.

Eren bi bîr xist ku artêşa Tirk bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayên Kurd dike û pêkanînên li dijî mirovahiyê şermezar kir.

Eren bi gotina “Zêdetir li hemberî sûcên şer û mirovahiyê yên desthilatdariya AKP’ê ya li ser gelê Kurdistanê bêdeng nemînin” bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve tevgerê.

Kurdistaniyên ku di tevahiya çalakiyê de daxwazên “aştî” û “çareseriyê” derxistin pêş, gelek caran dirûşmeya “Azadîya Serok Apo azadîya gelan e” berzkirin. Di daxuyaniya çalakiyê de hate diyarkirin ku azadiya Rêber Apo azadiya gelan e û hate destnîşankirin ku azadkirina Rêber Apo ji bo azadî û aştiya hemû gelan neçarî ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriyekî rast ne pêkan e.

Kurdistanî çalakiya xwe bi daxwazên “Ji Rêber Apo re azadî, aştî û çareseriya demokratîk” heta saet 17:00’an domandin.