Li Dêrazorê ji ber teqînekê 4 kes mirin
Li Dêrazorê di encama teqînekê de 4 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.
Li Dêrazorê di encama teqînekê de 4 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser mijarê agahî da. Li gorî saziyê, li pişt Nexweşxaneya Kolerayê ya li taxa Hemîdiyê ya Dêrazorê êrişî navendeke komên alîgirên Îranê hate kirin û piştî êrîşê teqînek pêk hat.
Hat ragihandin ku di dema êrişê de li asîmanê herêmê tevgera balafirên bêmirov ên biçek jî hebû.
Komên ser bi Îranê ve cihê êrîşê kirin û ambulansan berê xwe dan herêmê.
Çapemeniya ser bi hikumeta Şamê jî ragihand ku mayinekê ji bermahiyên "terorîstan" teqiya ye.