Bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê yê ji bo Dildar Rojava kirin
Bi sedan kesî serdana sersaxiyê li konê li Kobanê kirin, ku ji bo gerîlayê HPG'ê Dildar Rojava hate vedan.
Bi sedan kesî serdana sersaxiyê li konê li Kobanê kirin, ku ji bo gerîlayê HPG'ê Dildar Rojava hate vedan.
Meclîsa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Seîd Îbrahîm (Dildar Rojava) a taxa Şehîd Ebdo ya bajarê Kobanê veda.
Di merasîmê de ku gelek kes amade bûn, Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî û sersaxî da malbata şehîd, hevalên wî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Îto wiha domand: "Ciwanên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne, soz dan û soza xwe di rêya azadiyê de pêk anîn, heta ku gihaştin şehadetê."
Di dawiyê de Îto got divê nirxên şehîdan bi dest xistine werin parastin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Arîn Kobanê jî bi navê malbata şehîd axivî û soza tohildanê û berdewamkirina têkoşîna şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.