Li Sûriyeyê bi dronê êrîşî hêzên alîgirên Îranê hate kirin
Li rojhilatê Sûriyeyê li qadeke ku hêzên Îranî û komeke tifaqê lê hene, bi dronê êrîşek lê hate kirin, 4 kes mirin.
Li rojhilatê Sûriyeyê li qadeke ku hêzên Îranî û komeke tifaqê lê hene, bi dronê êrîşek lê hate kirin, 4 kes mirin.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya ku navenda wê li Londrayê ye diyar kir êrîşa bi dron li Dêrazorê hatiye kirin. Hate diyarkirin li kêleka depoyeke çekan a alîgirên Îranê û li nêzî kamyoneke barê wê çek bû hatiye xistin. Hate ragihandin di êrîşê de 4 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.
Ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Şamê jî diyar kir ji ber mayîneke ‘antîpersonel’ teqiyaye, gelek kes mirine û birîndar bûne.
Li heman herêmê di meha Çileyê de jî li milîsên alîgirên Îranê hatibû xistin û 11 kes miribûn. Berpirsê vê êrîşê Îsraîl hatibû nîşandan.
Îsraîl êrîşên li Sûriyeyê li xwe nagire lê ji sala 2011’an û vir ve bi sedan êrîşên hewayî kiriye.