Ji rûspiyên herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir
Hevserokê Berê yê Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê û Endamê Meclîsa Rûspiyên Herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir.
Hevserokê Berê yê Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê û Endamê Meclîsa Rûspiyên Herêma Cizîrê Hekem Xelo wefat kir.
Ji rûspiyên herêma Cizîrê Hekem Xelo ji ber krîza dil vê sibehê rakirin nexweşxaneyek li bajarê Qamişloyê. Hekem Xelo li nexweşxaneyê wefat kir.
Hekem Xelo di destpêka damezrandina Meclîsa Qanûnsaz a Herêma Cizîr de hevserokatî ji meclîsê re kiribû.
Her wiha yek ji kesên destpêkê bû, ku Hevpeymana Civakî ya Herêma Cizîrê jinûve saz kir.