‘Ji bo dewleta Tirk desthilatdariya xwe bidomîne, serî li her rêbaza şer dide’

Lêkolînerê Pisporê Karûbarê Kurdî û Tirkî Mûhsin Odelah anî ziman ku dewleta Tirk erdhejê jî êrîşên dagirkeriyê didomîne û got: “Dewletên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk, van êrîşan ji nedîtî ve tên.”

Dewleta Tirk a dagirker, tevî erdhejê jî êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Têkildarî vê yekê Lêkolînerê Pisporê Karûbarê Kurdî û Tirkî Mûhsin Odelah ji ANF’ê re axivî.

Odelah anî ziman ku piştî erdheja li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê qewimî bandoreke mezin li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û diyar kir ku piştî hin alîkarî ji aliyê hinek dewletan ve hatin şandin, çeteyên dewleta Tirk ev alîkarÎ desteser kirin û wiha pêde çû: “Em gihiştin wê baweriyê ku êdî dewleta Tirk dest ji siyaseta xwe ya dijminatiya li hemberî Kurdan bernade. Her çendî ku bi navê Îslamê biaxive jî di ragihandinên wan de diyar dibe ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e.”

Mûhsin Odelah destnîşan kir ku piştî erdhejê QSD’ê û PKK’ê çalakiyên xwe yên leşkerî sekinandina û wiha got: “Dewleta Tirk ji ber hişmendiya qirêj, alîkariyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin şandin, qebûl nake. Bi nêzbûna hilbijartinê dewleta Tirk, êrîşî herêmê dike da ku zêdetir deng bigire. Ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne, tevî karesatên jiyanî jî, êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên herêmê dike.”

Odelah di dawiya axaftina xwe de qala bêdengiya navneteweyî jî kir û ev tişt got: “Tevî ku her roj êrîş li ser herêmê heye, dewletên navneteweyî xwe ji van kiryarên dewleta Tirk a dagirker re bêdeng kirine. Hemû jî ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re, van êrîşan ji nedîtî ve tên.”