Xelkê Kobanê çûn şîna ji bo şehîdan hatî danîn
Bi sedan kes li Kobanê çûn şîna ji bo Hemze Kobanê, Rûken Kobanê û Raperîn Amed hatî danîn.
Bi sedan kes li Kobanê çûn şîna ji bo Hemze Kobanê, Rûken Kobanê û Raperîn Amed hatî danîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo her sê şehîdan Hemze Kobanê, Rûken Kobanê û Raperîn Amed konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê bajêr veda. Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Endamê Komîteya Aboriyê Mihemed Yildirim (Hemze Kobanê) di 24′ê Sibatê de li herêma Şiqeyêf a li bakurê Şêxmeqsûdê ya Helebê di teqîna erebeyê de şehîd bû, her wiha Buşra Besrawî (Rûken Kobanê) di 2′ê Sibatê de li Metînayê şehîd bûbû. Delal Ezîzoglu (Raperîn Amed) jî di 17′ê Hezîrana par de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û wiha got: "Zarokên li çiyayên Kurdistanê li hember sermayê li ber xwe didin û bi vîna xwe dewleta Tirk a dagirker têk dibin û dersên lehengiyê didin wê."
Ayşe wiha domand: "Divê em têkoşînê bilind bikin û soza xwe ji şehîdên xwe re nû bikin. Ji destpêka şoreşa me ve, me soz daye ku serkeftina para me ye. Barê me giran e, ji ber ne tenê em li nasnameya xwe digerin, lê belê em li azadiya xwe jî digerin."
Ayşe di dawiyê de bang li kesên bi koçberiyê difikirin kir û got ku li xwe vegerin û destana Kobanê ku têde bi sedan şehîd hatiye dayîn, bi bîr bixin.
Li aliyekî din jî endamê Komîteya Rêveber a PYD′ê Ehmed Xoce axivî û wiha got: "Ji salan ve em şehîdan didin û em ji bo azadiyê xwe dispêrin felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.
Xoce da zanîn ku dijminê wan hewl dide hebûna Kurdan li herêmê têk bibe û wiha got: "Vîna Kurdan ji xiyanetê mezintir e."
Xoce wiha dawî li gotina xwe anî: "Îro şehîd me ber bi aştî û ewlehiyê ve dibin. Em soz didin wan ku li ser metoda wan bimeşin û dê serkeftin para me be."
Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.